Xelkê Şengalê serdana gorên komî kir

Ji ber salvegera 9'an a fermana 3'ê Tebaxê xelkê Şengalê serdana gorên komî yên li Herdanê kir.

Doh êvarê endamên sazî û dezgehên civaka Êzidî serdana gorên komî li Herdan kirin û şehîdên fermanê bibîr anîn. Bi dehan xelkê Şengalê li hev kombûn û bi daxuyaniyekê bang li raya giştî hate kirin ku ji bo parastina mafên civaka Êzidî xwedî helwest bin.

Daxuyanî ji aliyê Endama TAJÊ Kinê Xidir ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin; ”Di serîde em hemû şehîdên fermanê bibîrtînin, ev bûn neh  sal bi sedan xelkê me bi destê DAIŞ’ê û hevkariya mala Berzanî hate qetilkirin. Dixwestin civaka Êzidî biqelînin û ji Şengalê derkevin. Civaka me liber xweda û nehêla ew xeyalên dijmin biçin serî. Îro ji me re rojek reş û zehmete, em bang li hemû gelê xwe dikin  vê rojê ji bîr nekin, li şehîdên xwe xwedî derkevin. Ger em îro li ser vê axê jiyan dikin bi saya keda şehîdaye. Her bostek ji vê axê bi ked û xwîna şehîdekî sor bûye. Em soz didin emê dest ji doza wan şehîdan bernedin ku canê xwe li ser vê rêyê dan.”

Di dewamê de Kinê Xidir got: “Neh sal derbas bûne, lê ev roj xaleka reşe li ser ruyê mirovahiyê û welatên ku mafê mirovan diparêzin. Ji ber ku li ber çavê hemû cîhanê em rastî vê komkujiyê hatin. Lê kesek li me xwedî derneket parastina me nekirin. Şermeke mezine heya nehe ev ferman wekî jenosît nehatiya naskirin û tenê gotineke liser kaxezê maye. Em bang li hemû mirovahiyê dikin li himber civaka Êzidî bibin xwedî berpirsiyar.”