Şêrko Bêkes li ser gora xwe hat bibîranîn

Helbestvanê navdar Şêrko Bêkes ê di 4’ê Tebaxa 2013’an de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da, di 10’emîn salvegera koça xwe ya dawî de li Silêmaniyê hat bibîranîn.

Helbestvanê navdar Şêrko Bêkes yê di 4’ê Tebaxa 2013’an de ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneya Karolinska a Stockholmê ya paytexta Swêdê jiyana xwe ji dest da, di 10’emîn salvegera koça xwe ya dawî de li Silêmaniyê hat bibîranîn.

Bîranîn li Parka Azadiyê ya Silêmaniyê ji aliyê rêxistinên bajêr û Rojnameya Kurdistanî Niwê ve hate lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Kesên tev li bîranînê bûn qurnefîl danîn li ser gora Bêkes. Piştre peyamên organîzerên merasîmê, Wezîrê Rewşenbîrî yê Herêma Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê hatin xwendin.

Di bîranînê de helbestê Şêrko Bêkes hatin xwendin û find hatin vêxistin. Her wiha stranên ku Şêrko Bêkes dixwaz li ser gora wî bên xwendin, ji aliye hunermend Şinyar Necîb û Sêwe Kamil ve hatin gotin.

Di dawiya bîranînê de xelatên bîranînê hatin dayîn.