PDK hewl dide Zapê dorpêç bike

Di demekê de ku êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin, PDK'ê jî di ser Amediyê re hêzeke mezin ber bi qadên gerîla ve şand. Dîmenê vê liv û tevgerê hate kişandin.

Hêzên PDK'ê 2'ê Tebaxê hêzeke xwe ya mezin destpêkê şand navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê û ji wir jî ber bi qadên gerîla ve şand.

Ji dîmenan hate dîtin ku hêzên PDK'ê li çiyê bi kepçeyan rêyên nû çêdike û ji cihê ku bendava Zapê lê ye ber bi bi qadên gerîla ve diçe.

Li gorî agahiyan, PDK bi taybetî hewl dide li Geliyê Reşawa, Gera Çelka û Mêrgê bi cih bibe û nuqteyên nû ava bike.

Hate ragihandin ku ev liv û tevgera hêzên PDK'ê ya ber bi qadên gerîla ve ji bo temamkirina wê dorpêçê ye ku artêşa Tirk a dagirker dixwaze li Zapê pêk bîne.

Piştgiriya zêde ya PDK'ê ku van salên dawî dide êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, di nava Kurdan de dibe sedema nerazîbûnên zêde.