Li Wanê ji ber barîna barana zêde lehî rabû

Ji ber barîna barana zêde li gundê Axruka Jêrê ya Qelqeliyê û li gundê Xerapsork a girêdayî navçeya Seravê yên Wanê lehî rabû. Di lehiyê de xaniyek hilweşiya, zeviyên çandiniyê û sewalan zerar dîtin.

Barîna barana zêde ya li navçeyên Qelqelî û Seravê yên Wanê bû sedemê rabûna lehiyê. Di lehiyê de xaniyek hilweşiya, zeviyên çandiniyê zerar dîtin û dewarek jî mir. Piştî barîna gijlokê ya 10 deqîqeyan zevî spî bûn û gelek zeviyên çandiniyê yên li gundan di bin heriyê de man.

Lehî, bi taybetî gundê Axruka Jêrê ya Qelqeliyê û li gundê Xerapsork a girêdayî navçeya Seravê bi bandor bû. Ji ber lehiya li her du gundan rabû gelek kes di malên xwe de asê man, hate zanîn ku li gundê Xerabsorkê xaniyek hilweşiya.