Şervanê wêrek ê Metînayê: Alî Tolhildan

Gerîla Alî Tolhildan ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li refên herî pêş li ber xwe da, heta kêliya ku şehîd bikeve li gelek qadên Metînayê bi fedakarî şer kir.

Xaka Kurdistanê qada şer e. Xaka ku komkujî, talan, hilweşandin û êşên giran lê kêm nebûne, pişta xwe tenê spartiye wan zarokên wêrek û fedakar. Alî Tolhildan (Metîn Karaboga) yek ji bi hezaran lehengan e ku can, ruh û hunera xwe da vê dozê, di oxira wê de şer kir û şehîd bû.

Metîn Karaboga sala 1999'an meha Hezîranê li bajarê Dîlok ê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz û xizan ji dayik bû.

Malbata Karaboga bi eslê xwe ji Sêrtê ye, lê belê ji ber pirsgirêkên madî neçar dimîne koç bike û li Dîlokê bi cih dibe. Metîn Karaboga hîn di zarokatiyê de bi rewşa madî ya malbata xwe dihese, xwe di vê mijarê de berpirsyar dibîne û kedê nas dike. Jiyana bi kedê ji bo wî dibe pîvana destpêkê û ya bingehîn.

Her ku rastiya Kurdîtiyê û êşa zimanê qedexekirî dibîne, nakokî û lêgerînên wî zêde dibin. Li pêşberî vê rastiya ku timî lê rast tê, pirsan ji malbat û derdora xwe dike. Hewl dide hîn bibe bê kî ye, sedema qedexebûyînê fêhm bike.

Di encama vê lêgerînê de jî tevlî nava karên ciwanan dibe. Karaboga ku nakokiyên wî zêde bûn, her ku avakirina jiyana rasteqîn a Rêber Apo dît, êdî fêhm kir bê wê çi hilbijêre û hewl da xwe bigihîne nava refên azadiyê. Destpêkê di 21'ê Adara 2014'an de bi armanca tevlîbûna li Newroza Amedê ji malbata xwe qut dibe. Karaboga cara destpêkê nekarî xwe bigihîne nava refên azadiyê, lê nesekinî û 4'ê Nîsana 2014'an li Amarayê tevlî pîrozbahiya rojbûna Rêber Apo bû. Vê rojê ji bo xwe weke roja jidayikbûna xwe jî diyar dike û ber bi refên azadiyê ve dest bi meşê dike.

Metîn Karaboga piştî ku tevlî nava refên gerîla dibe navê Alî Tolhildan li xwe dike. Ji bo gerîla Alî Tolhildan divê li ser xakeke biçûk a Kurdistanê jî dijmin nikaribe bi rehetî tevbigere. Ji bo Alî Tolhildan ku li Zagros, Avaşîn, Metîna û gelek herêmên din li dijî dijmin şer kir, Bakur eşqeke bêdawî ye. Ji bo parvekirina hezkirina xwe ya pak bi hevrêyên xwe re ti carî xwe neda alî.

HETA NEFESA XWE YA DAWÎ BI FEDAKARÎ ŞER KIR

Alî Tolhildan ku bi dilnizmiya xwe bû şoreşgerekî mezin, di 23'ê Nîsana 2021'ê de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê kete çeperên berxwedanê yên li Metînayê.

Alî Tolhildan ku xwe ji rêwîtiya ber bi Bakur amade dikir, li Metînayê tevlî pratîkê bû û bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî û fedakarî li gelek karî û di asta fermandariyê de cih girt. Gerîla Alî Tolhildan di pêvajoya şer de gelek berpirsyarî bi rengekî hêja bi cih anî, bi berpirsyariya yekîneyên bi tevger rabû. Li qadên Koordîne, Hirorê, Tirvaniş û herî dawî jî li Tepê Hekarî yên metînayê weke berpirsyarê yekîneya bi tevger wezîfe kir.

Alî Tolhildan di çalakiyan de timî li refên herî pêş bû û heta şehîd bikeve li gelek qadên herêma Metînayê bi fedakarî kar kir, hem bersiv da pêvajoyê hem jî ji bo parastina hevrêyên xwe bi berpirsyarî tevgeriya. Ji bo hevrêyên xwe yên li tunelên şer bû çavkaniya hêz û moralê.

Alî Tolhildan ku bû fermandarekî mînak ê wêrek û cihê baweriyê, tevî hevrêyên xwe Rojhat Kurdistan û Bahoz Bagok di 5'ê Tîrmeha 2022'an de di encama êrîşa dewleta Tirk de tevlî karwanê şehîdan bû.