Artêşa Tirk a dagirker li Licê û Hênê êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin
Artêşa Tirk li bejahiya navçeyên Licê û Hênê êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin.
Artêşa Tirk li bejahiya navçeyên Licê û Hênê êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin.
Artêşa Tirk danê sibê li gundê Dêrqam a Licê û li gundê Hure û mezraya Bateyt a Hênê êrîşeke dagirker da destpêkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin stendin, ji ber operasyonê li ser rêyên gund û mezrayan wesayîtên zirxî û sivîl hatine bicihkirin.
Hate diyarkirin li ser rêya Amed-Çewlîgê jî çûnûhatina wesayîrên leşkerî yên zirxî hene.