HPG: Çeperên li Qada Sîdayê bi bombeyên taktîk nukleer hatin bombekirin

Artêşa Tirk a dagirker di 3'ê Tebaxê de saet 06:00 çeperên gerîla yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê carekê bi bombeya taktîk nuleer bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

2'ê Tebaxê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên di nava liv û tevgerê de bûn bi çekên nîv otomatîk çalakî hate kirin, derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

2'ê Tebaxê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hat xistin, derb li çeperekê hate xistin.

2'ê Tebaxê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku hewl didan bikevin çeperê bi sûîqestê çalakî hate kirin, dagirkerek hate cezakirin. Her wiha bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên din hate xistin.

2'ê Tebaxê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li çepereke dagirkeran hate xistin.

Li herêma Xakurkê;

2'ê Tebaxê saet di 08:15'an de li Girê Şehîd Axîn bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleerê;

3'ê Tebaxê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê çeperên me bi bombeya taktîk nukleer carekê hate bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

2'ê Tebaxê li Garê qadên Gundê Zêvkê, Gundê Reşîd û Xêrê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."