Krîzê bandor li bêrîvanan jî kir

Ji ber polîtîkayên şer ên AKP-MHP'ê krîza aborî her roj girantir dibe. Krîzê bandor li bêrîvanên li Colemêrgê jî kir.

Colemêrg ku ji aliyê çiya û zozanan ve xwedî xwezayeke gelekî dewlemend e, çavkaniya bingehîn a debarê ya xelkê wê sewalkarî ye. Koçer û bêrîvanên ku meha Gulanê berê xwe didin zozanan 6 mehan li zozanan dimînin. Zozanên ku li vê derê heywanan xwedî dikin, bi şîr, mast û penêr, her wiha bi pincaran debaran xwe dikin. Berhemên li vê derê têne hilberandin ji mirovên li derveyî bajêr têne firotin. Li zozanan ku jin lê serwer in, kar jî tê dabeşkirin. Hin ji jinan pez didoşe, hinek pirç û hiriya wan diqusînin, hinek jî karên malê dikin, penêr û mast çêdikin.

Zeynep Ozer ku bi salan e li Colemêrgê bêrîvaniyê dike, anî ziman ku yên berê dihatin zozanan gelek ji wan êdî nayên, dest ji vî karî berdane. Ozer diyar kir ku ji ber krîza aboriyê û zemên zêde mirov nizanin çi bikin û got, yên ku sewalkariyê dikin nema dikarin pere qezenç bikin, nikarin xwarin, vexwarin, kincan bikirin. Ozer ragihand ku bi krîza aboriyê re her tişt bêhtir zehmet bû û got, "Berê 14 an jî 15 malbat dihatin zozanê me, lê niha tenê 5 malbat hene. Yên ku berê dihatin vê zozanê piraniya wan neçar man ku pezên xwe bifiroşin. Beriya krîzê em bi wesayitê dihatin zozanan û diçûn û me 50 TL didan, lê belê niha em nikarin bi 350 TL jî bên. Çûn û hatina me ya li zozanan gelekî zehmet bû. Ji ber vê yekê jî gelek kesan neçar man dest ji kar berdin. Eger bi vî rengî dewam bike ez ê jî ji neçarî dest ji kar berdim."

'EM DIXISIRIN'

Ozer diyar kir ku berhemên wan êdî ji aliyê madî ve nikarin bi kêrî wan bên û got, "Welê li me hatiye ku em nikarin heywanan xwedî bikin. Buhayê heywanan zêde bû, lê belê berhemên din jî buhayê wan gelekî zêde bûye. Hema hema her roj zem li her tiştî tê kirin. Dermanên ku em ji bo heywanan dikirin gelekî buha bûne, maeşê şivanan, pêwîstiyên wan gelekî giran bûne. Zemên têne kirin û buhabûna alavan dike ku hejmara mirovên vî karî dikin kêm bibe. Berê hatina zoznana mîna şahiyê bû. Lê niha moralê kesî nîne. Sedema vê jî krîza aboriyê, şer û kuştin e. Berhemên ku em li vir hildiberînin êdî têra debara me nakin. Buhayê berhemên me zêde bûye lê belê ji ber zem a bilind a li berhemên din em dixisirin."