Dewleta Tirk bombe li gundekî Amediyê barand

Dewleta Tirk a dagirker piştî êrişa roja Yekşemê ya li Garê ku yekser li dijî wesayiteke sivîlan hate kirin, vê carê jî bombe li gundekî Amediyê barand.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Başûrê Kurdistanê yên li ser sivîlan bênavber dewam dikin. Piştî ku roja Yekşemê li Garê sivîlek qetil kir, vê carê bombe li gundê Guherzê yê Amediyê barand.

Topbarana dewleta Tirk li banê malekê ket û bû sedema xisara madî.

Dewleta Tirk bi rêk û pêk êrîşî cih û warê sivîlan dike û sûcê şer ê giran dike.

6'ê Tebaxê li gundê Bilindbasa yê Garê bombe li wesayiteke sivîl hate barandin.

Di êrîşê de gundî Alan Îsmaîl jiyana xwe ji dest da, Haşim Şekir jî bi giranî birîndar bû.