Li Mexmûrê 9'emîn salvegera êrîşa DAÎŞ'ê hat şermezarkirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 9'emîn slavegera êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser wargehê daxuyaniyek dan û êrîş şermezar kirin.

Di 6’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirin. Piştî du rojan di 8’ê Tebaxê de Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê (HPC-Mexmûr) li gel gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad ên Star YJA Star’ê Mexmûr ji destê çeteyan rizgar kirin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi boneya 9’emîn salvegera êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser wargehê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn. Berî daxuyaniyê ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. 

Daxuyanî ji aliyê Endama Têkiliyên Derve ya Meclîsa Îştar Leyla Arzû Îlhan ve hat xwendin. Îlhan, di şexsê Rojnamevan Denîz Firat de Şehîd Siyamend û Şehîd Avesta de hemû şehîdên meha Tebaxê bi bîr anî û got: “Wek tê zanîn ev 9 sal in li ser lîstoka hêzên dagirker ya ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê li ser Rojhilata Navîn, li ser gelê Kurd bi taybet li ser xeta Rêber Apo hatî pêkanîn re derbaz dibe. Ji ber ku em dizanin çeteyên DAÎŞ’ê encama projeya Rojhilata Navîn a ku bi destê hêzên desthilatdar hatibûn çêkirin û bi alîkariya hêzên herêmî ku bi karibin carekî din gelê herêmê bêxin nava qirkirinekê û ji bo desthilatdariya xwe, carekî din bikevin nava planên qirêj de hatibû pêkanîn. Lê xeta Rêber Apo ya ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêşdiket, ev lîstoka hêzên dagirker vala derxistin. Hêzên hegemon yên cîhanî êdî nekarîn bi lîstokên qirêj Rojhilata Navîn bixin bin bandora xwe. Li ser vê yekê weke koma qirêj ya ku ji her aliyê cîhanê komî ser hev kirî û di Rojhilata Navîn de bi taybet di Kurdistanê de navê DAÎŞ’ê lê kirîn, êrîşî gelê Kurd, baweriyên Kurdistanê, êrîşî xeta civakî ya ku li hemberî sîstema desthilatdar pêşdiket kirin.”

Îlhan bal kişand bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û wiha got: “Ev 25 sal in Rêber Apo di bin tecrîda giran de tê girtin. Ev zêdetirî du sal in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. 9 sal derbaz bû ku DAÎŞ’ê bi hovane êrîşî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî kirîbû. DAÎŞ’ê dixwest di kesayeta wargehê de li ser tevahî herêmê desthilatdar bibe. Her wiha xwest bi zihniyeta xwe ya qirêj û tirsonek civakê hemû teslîm bigre. Lê me dît ku xelkê Wargeha Mexmûrê hêza ku ji Rêber Apo û gerîlayên azadiyê girtiye, bi cara yekemîn ku DAÎŞ li Mexmûr têkbirin û ev bû bingehek yê têkbirina DAÎŞ’ê. Di roja me ya îro de eger hîn jî êrîş li ser me hene, ev zihniyeta DAÎŞ’ê ye. Ji bo wê em bang li tevahî gelê Kurd û mirovahiya pêşverû dikin ku rê nedin sîstema desthilatdar bi listîkên xwe yên qirêj planan li ser me çêbike.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Mexmûrê” bi dawî bû.