Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Cûdî weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî weşand ku ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"24'ê Tîrmehê saet di 10:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sekvaniyên li dagirkeran xistin ku hewl didan li qadê keşfê bikin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de sîstemeke kamera ya mobesse û cebilxaneyeke dagirkeran hatin îmhakirin."