'Mînakeke din a sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê nîne'

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê got, "Birêz Ocalan di nava sîstemeke êşkenceyê de tê hiştin ku mînaka wê di dîrokê de nîne. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku bala xwe li ser mijarê be."

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Bi Birêz Abdullah Ocalan re ku li Zindana Îmraliyê tê girtin, di nava 12 salên dawî de tenê 5 caran hevdîtina parêzeran hate kirin. Hevdîtina herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de hatibû kirin û îro 4 sal di ser re derbas bûn. Di 25'ê Adara 2021'ê de axaftina bi telefonê ya bi birayê wî re ji ber sedemeke nediyar ji nişka ve qut bû û ji hingî ve ti agahî jê nayê wergirtin. Hemû hewldanên dadgerî, îdarî û hewldanên din ên ji hingî ve têne kirin, bi destê dewletê bêencam hatin hiştin.

'SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ YA KU MÎNAKA WÊ NÎNE'

Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî biryara tedbîrê ya bi rengê 'Divê bêyî astengkirinê tavilê parêzer karibin hevdîtinê bikin' wergirt û di 6'ê Îlona 2022'an û 19'ê Çileya 2023'an de ji hikumetê re hate ragihandin. Lê belê dewletê û saziyên pêwendîdar bi ti awayî li gorî vê biryarê tevnegeriyan. Birêz Ocalan di nava sîstemeke welê ya êşkenceyê de tê hiştin ku di dîroka hiqûqa Ewropa û Tirkiyeyê de mînakeke xwe nîne.

Ji Birêz Veysî Aktaş, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Omer Hayrî Konar jî agahî nayê wergirtin ku li gel Birêz Ocalan in. Tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din tê ferzkirin, ji aliyê hiqûqî û civakî ve bingeheke xwe ya rewa nîne. Eşkere ye ku nêzîkatiya heyî ji ber feraseta dewletê ya înkarkirina di meseleya Kurd de ye. Dewletê piştî hilbijartinê ji Kosovayê heta bi Ûkraynayê, ji meseleya Ermenistan-Azerbaycanê heta bi Sûdanê têkildarî rageşî û şerê li çar aliyên cîhanê bi rêbazên lihevkirin û diyalogê bang û hewldanên ji bo agirbest û aştiyê dike, lê belê di meseleya Kurd de bi polîtîkayeke berevajî vê yekê tevdigere. Ev nakokî û cihêkariya dewletê sedema bingehîn a neçareserkirin û krîzan hemûyan e.

Divê raya giştî zanibe ku heta ev rastiya şênber a dewletê neyê dîtin, neyê bihîstin û helwest li hember neyê nîşandan, guhertin nabe.

'DIVÊ RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK BALDAR Û BERPIRSYAR BE'

Di hevdîtina dawî ya bi Birêz Ocalan re ku îro 4 sal di ser re derbas bû, wî bi xwe diyar kiribû ku ji sala 1993'an û vir ve li dijî feraseta têkbirina hewldanên çareseriya demokratîk ew li ser xeta aştiyê li ber xwe dide, xwe nêzî polîtîkayên neçareseriyê nake, gotina 'bi şer çareserî nabe' ya Ozal hîn jî derbasdar e, çareseriyeke demokratîk di meseleya Kurd de pêkan e, di nava hefteyekê de şer dikare bê bidawîkirin, ew ji xwe bawer dike, lê belê aqlê dewletê divê li gorî vê yekê tevbigere. Eger wê rojê destê çareseriya demokratîk ê ku Birêz Ocalan dirêj dikir li hewayê nemabûya wê rageşiya siyasî, dûrketian civakî û tengaviya aborî ya heyî rû nedabûya. Rêbazên çareseriyê yên ku Birêz Ocalan pêşniyar dike, dewlet jî ji bo derve dixwaze, lê li nava xwe bi cih nîne, bêyî ku polîtîkayên heyî bibin sedema birînên dîrokî yên giran, divê tavilê bi cih bêne anîn.

Beriya her tiştî divê were zanîn ku bendewariya me ya sereke ew e ji Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din agahiyeke rasterast werbigirin. Divê were zanîn ku wernegirtina agahiyan sedema her cûre rîskê ye û em bang li rayedaran dikin ku dawî li vê tecrîdê û sûcê êşkenceyê bînin. Em bang li raya giştî ya demokratîk jî dikin ku baldar û berpirsyar be."