Li Çemankê êrîşa hewayî: Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû

Balefirên şer yên dewleta Tirk li gundê Bilindbasa yê girêdayî nehya Çemankê ya herêma Garê wesayîta sivîlan bombebaran kir û di encama bombebaranê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.