Nûnerê Mesîhiyên Şengalê: Me divê xweseriya Şengalê hebe

Nûnerê Mesîhiyên Şengalê Gabrîel Şemûn da zanîn ku li Şengalê 3 dêrên wan hilweşandî, 80 malên wan jî şewitîne û got: "Niha em li Deşta Nînovayê li ser herêmeke serbixwe dixebitin. Em naxwazin ku xwe ji Iraqê qut bikin, lê me divê xweseriya Şengalê hebe."

Di 24’ê Hezîrana 2023’an de hêzên siyasî û civakî yên Şengalê bi navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê, yekîtî û tifaqa xwe ragihandibûn da ku pirsgirêkên Şengalê bi yek dengî çareser bikin. Di vê tifaqê de PADÊ, Teqedûm û YNK weke partiyên siyasî cih girtibûn, her wiha Mesîhî, Sune, Şîa û Tirkmenên herêmê jî li ser navê gel û baweriyên Şengalê beşdarî vê tifaqê bûn.

Vê tifaqê di 9’emîn salvegera fermanê de li Şengalê komxebatekê bi navê ‘’Yekîtîya me hêza li dijî zilmê ye’’ lidarxist ku hemû hêz û aliyên Şengalê û deşta Nînowayê beşdar bûn û peyamên girîng ji bo dahatûya Şengalê dan. Nûnerê Mesîhiyên li Şengalê, Gabrîel Şemûn jî yek ji beşdarên komxebatê bû ku derbarê tifaqê û komxebatê de ji ANF'ê re axivî.

'DIVÊ HIKUMETA IRAQÊ BERPIRSYARIYÊN XWE PÊK BÎNE'

Gabrîel Şemûn di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya ji bo tifaqê anî ser ziman û got: "Têkilî û danûstandin nebe tiştek çênabe. Lazim e hemû civakên li Şengalê ji hevûdû fêhm bikin. Hikumeta Iraqê pêwîst e berpirsyariyên xwe yên li ber civaka Êzidî û her wiha Mesîhiyan pêk bîne. 300 keçên me li ba DAÎŞ'ê dîlgirtî ne, em nikarin xwe bigihînin wan. Lazim e van keçikan vegerin nav malbat û civaka xwe."

'3 DÊRÊN MESÎHIYÊN LI ŞENGALÊ HILWEŞANDÎ NE'

Gabrîel Şemûn derbarê rewşa Mesîhiyên li Şengalê jî ev agahî dan: "Niha li Şengalê her 3 dêrên me jî xirakirî ne, 70-80 malên me şewitîne,  derfetên me kêm e ku em bi hêza xwe van safî bikin. Eger wisa dewam bike, gelek ji me wê li vî erdî nemînin. Dewleta Iraqê lazim e girîngî bide vê mijarê, heqê herkesî li wan vegerîne."

'ME DIVÊ XWESERIYA ŞENGALÊ HEBE'

Nûnerê Mesihiyan Şengalê Gabrîel Şemûn herî dawî jî daxwaza gelên Şengalê ya mafê xwerêvebirinê nirxand û got: "Niha em li Deşta Nînovayê li ser herêmeke serbixwe dixebitin. Em naxwazin ku xwe ji Iraqê qut bikin, lê me divê xweseriya Şengalê hebe û em girêdayî rêveberiya navendî bin. Ya muhîm herkes heqê xwe bibe."