Helbestvan û pêşengekî têkoşînê: Mûstafa Gezgor

Çekdarekî jêhatî, rêxistinkarekî baş bû. Demekê li Rihayê li malên komunê gelek kes perwerde kir. Gezgor komunîstek bû. Bû milîtanekî pêşeng ku di demeke kurt de baweriya bi şoreşê da girseyan.

Sal 1992, meh Kanûn bû.

Rojeke zivistanê ya sar bû. Li deşta Pirsûsê serma hebû. Komek ji gerîlayan li navendê, li malekê li hev civiya bûn. Ji nişka ve ji derve ve dengê motorsê hat; dengê wesayita polîsan, dengê cîhaza ragihandinê. Panzêran dor li wê malê girtibûn ku koma gerîla lê bû. Ji hoparloran banga teslîmiyetê dihate kirin. Gerîla bêdeng û ji xwe bawer bûn. Li ber paceyan ketin çeperê. Derdor kontrol kirin. Teslîmiyet ne karê gerîla bû. Ew milîtanên PKK'ê bûn ku hêviya azadiyê ya Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê bûn. Şer bi saetan dewam kir.

Cebilxaneya wan kêm mabû. Ji nişka ve gerîlayek li ber derî xuya kir. Mîna ku teslîm bûye destê xwe bilind kiribû. Ber bi polîsan ve diçû. Sekvanê li ser banê wê malê pê hesiya ku du bombe di destê gerîla de ye û gule berda wî. Fêhm kirin ku bi bombeyan dixwaze xwe di nava wan de biteqîne. Gerîla bêyî ku bigihêje polîsan kete erdê. Bombeyên di destê wî de teqiyan. Gerîla di nava xwînê de ma. Piştî vê teqînê şer dewam kir. Girantir bû. Di vî şerî de gerîla Leyla Efrîn bi birîndarî kete dest, gerîlayên din jî şehîd bûn. Leyla birin êşkencexaneyê. Leyla li ber xwe da, piştre jî ew birin zindanê. Ev şer ne ji bîra Leyla ne jî ji bîra mirovên wê demê li Pirsûsê bûn diçe.

Ew gerîlayê ku bombe di destan de bû û ber bi polîsên dewleta Tirk ve diçû Mûstafa Gezgor bû.

Milîtanê efsaneya Gapê.

Gezgor...

Gezgor kî ye?

Di salên 1950'î de li bajarê qedîm ê Rojhilata Navîn li Rihayê ji dayik bû. Yek bejn qut, milên wî fireh bû. Navê xwe Mûstafa ye. Mûstafa Gezgor. Roj, sal derbas dibe, cîhan, Tirkiye, Kurdistan dihejin. Dikelin. Di nava vê tevlîheviyê de Mûstafa Gezgor mezin dibe. Dilê xwe mezin bû, lewma li cihê ku lê bû bi rola pêşengiyê rabû.

Bavê wî bekçiyê taxê ye.

Hîn di salên xwendina dibistana navîn de kete bin bandora şoreşê. Fikrên siyasî pê re çêbûn. Tevlî karên rêxistinî bû. Di salên xwendina lîseyê de gelek caran neheqî qebûl nekir û ji ber fikrê xwe yê dijber ê siyasî li navçeyên cuda yên Rihayê hate sirgûnkirin. Hîn di salên destpêkê yên ciwantiya xwe de bi sirgûnê hewl hate dayin ku Mûstafa terbiye bikin. Di salên 1970'î de piştî ku Apoyî hatin Kurdistanê Apoyî nas kir. Beriya vê jî têkiliya xwe bi tevgerên Kurd û sosyalîst re hebû. Li Pirsûsê di nava karê çalak ê rêxistinbûyînê de bû. Di wê demê de pêşengê ciwanan, şoreşgeran bû. Mûstafa bi naskirina Rêber Apo, Apoyî nas kir. Û weke kadroyekî çalak tevlî nava Tevgera Azadiyê bû. Bû yek ji kesên destpêkê ku li Kurdistanê tevlî nava Apoyiyan bû.

ÇEKDAREK, RÊXISTINKAREK, ÇALAKGEREK BÛ

Riha, warê qedîm di bin mêtingeriya serweran de dinaliya. Rejîma axatiyê, kompradorên feodal gelekî hov bûn. Hewl didan gel bitepisînin. Şirîkê van axayan jî dewleta Tirk û hêzên nijadperest ên faşîst bûn. Hêzên komprador bi çavsorî êrîşî tevgera Kurd a sosyalîst kirin ku li Rihayê mezin dibû. Gezgor di vê demê de êrîş têk bir û ji aliyê qelskirina faşîstan ve bi roleke çalak rabû. Çekdarekî jêhatî, rêxistinkarekî baş bû. Di cezakirina bi dehan axayên faşîst û alîgirê wan de, hem rêxistinkare bû hem jî pêşengê çalakiyê bû.

Ne tenê çalakger bû. Wê demê li malên komun ên li Rihayê gelek kes perwerde kir. Gezgor yekî komunîst bû. Tevlîbûna wî ya bi eşqê li nava şoreşê û têkoşînê, bi fikir û îradeyeke mezin bû sedem ku li bajêr pêşketinên mezin pêk werin. Beriya darbeya 12'ê Îlonê hate girtin. Darbeya ku piştre pêk hat, ji hêza rêxistinî ya Gezgor û hevrêyên wî tirsiya û bi vî rengî hate kirin. Dema hate girtin ser da lê sir neda, li ber xwe da. Li gelek zindanan teslîmiyet lê hate ferzkirin û li hemberî hewldanên şikandina îradeyê pêşengî ji berxwedanê re kir. Gelek caran tevlî çalakiyên rojiya mirinê bû. Sekna wî ya li zindanê jî ji milîtaniya pêşeng ti carî tawîz neda. Gezgor hem ji bo reva ji zindanê rêxistinkarê karê tunelê bû, hem xebatkar bû, hem lêkolîner û nivîskar bû, hem jî helbestvanekî romantîk bû. Di destpêka salên 1990'î de ji zindanê derket. Yekser çû Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê. Li vê derê beşdarî Konferansa Berxwedanê ya Zindanê bû. Piştre dewreyekê tevlî perwerdeyê bû. Sekna wî ya li konferansê û dewreyê ew bû ku nîqaş dikir, rexne dikir û şaşitî qebûl nedikir. Li hemberî Kanî Yilmaz ku berê xiyanet kir, piştre rexnedayina xwe da û jinûve tevlî nava refên partiyê bû, Gezgor helwesta herî şênber nîşan da.

Di encama lêkolînên Gezgor ên li zindanê, teza 'Kurd gelê qedîm ê mezopotamyayê ye' ku fikra dîrokî ya PKK'ê ye, wê demê bi Rêbertiya Partiyê re nîqaş kir. Tevî ku fikrê fermî yê partiyê cuda jî bû ev fikrê xwe parast. Piştî perwerdeyê weke Fermandarê Eyaleta Gapê hate wezîfedarkirin. Piştî ku çû qadê atmosfereke şoreşê rû da. Di nava malbatên wê demê serdana hevalên li zindanan dikir, kelecaneke cuda dihate dîtin. Hevalan dipirsîn bê çi bûye. Hemûyan jî bi şênberî wiha digotin; 'şoreş nêzîk e'. Li sedema wê pirsîn. Ji ber ku heta niha tiştekî bi vî rengî nehatibû bilêvkirin. Di vê mijarê de ji aliyê siyasî ve jî guhertinek tune ye. Li sedema wê pirsîn. Wan jî bi şênberî gotin ku wê di demeke nêzîk de şoreş pêk were.

MÛSTAFA GEZGOR LI RIHAYÊ YE

Yê ku di demeke kurt de baweriya bi şoreşê da girseyan milîtanê pêşeng Gezgor bû. Çawa kiribû? Çawa ku çûbû li Riha, Mêrdîn û navçeyên wê, li tax û gundan komîte bi rêxistin kiribû. Di vê mijarê de asta ku heta wê demê hatibû afirandin, derbas kiribû. Di heman demê de li hemberî hêzên faşîst ajan ên li herêmê dest bi pêngaveke mezin a êrîşê kiribû. Di hinek çalakiyan de ew bi xwe jî hebû. Vê yekê hêviyeke mezin dabû gel.

Wê demê ji Gapê bi sedan ciwan tevlî nava ARGK'ê bûn ku li Kurdistanê pêl bi pêl mezin bû. Wî zanîbû ku gerîla garnatiya azadiyê, pêşengê azadiyê yê Kurdistanê ye. Di heman demê de zanîbû ku tevlîbûna li nava refên gerîla wê herêmê hîn bêhtir tevlî nava şoreşê bike. Ji bo vê jî bi dil û can xebitî.

Efsaneya Gezgor heta şehadetê jî dewam kir.