HPG: Hevrê Destan bi fedaî meşiya şehadetê

HPG: Hevrê Destan Botan li Nisêbînê li dijî bi sedan dijminên ku dora wê girtin, bi tena serê xwe şer kir. Ji bo ku dîl nekeve destê dijmin, bi fedaî meşiya şehadetê.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Hevrêya me Destan Botan a ku zaroka leheng a Cizîra Botanê, milîtana fedayî ya têkoşîna azadiya gelê me û şervana qehreman a YJA Starê, di 25’ê Tîrmeha 2023’an de di şerê li dijî dijmin de şehîd bû. Dema ku li Nisêbînê li ser peywirekê bû, bi tena serê xwe li dijî bi sedan dijminên dora wê girtibûn şer kir û ji bo ku dîl nekeve destê dijmin, bi fedaî ber bi şehadetê ve meşiya. Hevrêya me Destan bi temsîlkirina rûmeta jina azad, helwesta milîtaniya Apoyî û ruhê berxwedanê yê Bêrîtan a ku YJA Star afirandiye, gihîşt şehadetê.

Têkoşîn, helwest, tevlêbûna bê hesab, lehengî û meşa fedaî ya hevrêya me ya Destan ku weke navê xwe ye, wê her tim rêberiya me bike û bibe çavkaniya hêz û moralê. Heta ku di nav gelê me de jinên wisa wêrek, têkoşer, esîl û xwedî ruhê azad hebin, wê hêviya jiyana azad her dem zindî be û wê têkoşîna wê ya esîl bigihêje serfiraziyê.

Malbata hêja ya hevrêya me Destan di serî de, em sersaxiyê ji gelê Cizîra Botanê ya welatparêz û gelê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnameya hevrêya me Destan wisa ye:

 Nasnav: Destan Botan 

  Nav û paşnav: Kader Acar

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

 Navê dê û bav: Leyla  - Mehmet  

 Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2023’an / Nisêbîn

Erdnîgariya Botanê ku welatê gelê Kurd a bi hezar salan e, bi gelê xwe yê hêja, berxwedêr û qehreman tê naskirin. Gelê Botanê ku bi xurtî ziman, nasname, nirxên çanda  Kurdî diparêze, ji bo parastina Kurd û Kurdistanê jî berxwedanên mezin kiriye. Di van berxwedanan de berdêlên mezin da, qehremantiya destanî nîşan da, wan tu carî rê neda dagirkeran û serî li ber zilmê netewandin. Ev rabirdûya qedîm a berxwedêr a herêma Botanê ji bo gelê Botanê bûye karakter û şêwaza jiyanê. Di vî warî de bûye yek ji herêmên me ku dikare nasnameya xwe ya kurdewarî di rewşa herî xurt de biparêze.

Bi avabûna tevgera Apoyî re û dema tevgera Apoyî hate herêma Botanê, gelê herêmê bi xurtî li Apoyiyan xwedî derketiye. Fezîletên mirovî yên bilind ên ku di şexsê Apoyîyên pêşîn de dîtin, gelê Botanê kişandiye ber xwe û dem aku dîtine Apoyiyan xwe dane gelê xwe û fedaiyên ji dil in, gelê Botanê deriyê dil û mala xwe li van vekiriye. Gelê Botanê bûye şahidê meşa destanî ya fermandar Egîd, Bedran Gundikremo, Rahîme Kahraman, Zelal Botan, Azîme, Çîçek Kiçî, Adil Biliki, Kurtay Feraşîn, Nûda Karker, Delal Amed, Egîd Civyan, Leyla Sorxwîn û bi hezaran lehengan. Gelê Botanê zarokên xwe yên herî hêja û her cure piştgirî dane vê tevgerê. Ji ber vê gelê esîl ê Botanê û herêma Botanê di têkoşîna me ya azadiyê û welatparêziyê de bûye sembol.

Ciwan û jinên Botanê yên ku weke şitlan li ser koka vê çanda qedîm û welatparêziya xurt mezin bûn, bi naskirin, zanîn,  hest û jiyankirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê mezin bûn. Dema ku gelek zarokên Kurd ên welatparêz hînî axaftinê bûn, beriya her tiştî bi hînbûnî gotinên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Apo’ bûn. Partiya me PKK ku li Kurdistanê şoreşeke mezin a civakî û çandî pêk anî, ji bo nifşên nû li Kurdistanê bi hişmendî, çand û nasnameyeke xurt a welatparêzî mezin bibin, firsend û zemînek afirand. Ji ber vê yekê ciwanên esilzade yên Botanê ku cewhera xwe winda nekirin, dema ku mezin bûn û tevlî têkoşînê bûn, bi hezkirineke mezin tevlî nav refên gerîla bûn.

Yek ji zaroka esilzade û bi rûmet ku ji aliyê gelê Botanê ve hatiye mezinkirin hevrêya me Destan Botan e. Hevrêya me destan li navenda bajarê Botanê, li Cizîra Botan a kevnar çavên xwe vekirin. Wek her Botaniyekî bi naskirina têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê xwe mezin bû. Şehadeta apê wê Abdullah Acar ê ku mîlîsekî dilsoz, durust û welatparêz ê têkoşîna azadiyê bû, bû sedem ku ew rastiyê zû bibîne. Li aliyekî bi dilsoziya bi nirxên azadiyê re mezin bû, li aliyê din jî bi ruhiyeta ku rastiya şehîdan afirandiye mezin bû. Wê fêm kir ku gihandina têkoşîna azadiyê ya gelê me heta serkeftinê çiqas zehmet e, kedê dixwaze û berdêl jê re hewce dike û pê re jî ji xeynî vê tu rêyeke din a rizgariyê tune. Hevrêya Destan ku 10 salan di dibistanên dewleta Tirk de xwend û xwendekareke serkeftî bû. zû pê hesiya ku dibistanên dijmin ji bilî navendên asîmîlasyon û qirkirinê, ne tiştekî dîtir in. Wê dev ji dibistanê berda û di sala 2014’an de berê xwe ya çiyayên Kurdistanê û bi eşqeke mezin tevlî nav refên gerîla bû.

Xeyala wa ya herî mezin ew bû ku xwe bigihîne gerîla û çiyayan, di nav hawirdoreke bêyî hesab û bêyî berjewendî de bijî. Weke jineke ciwan hemû zincîrên civakî li pey xwe hişt, bi coş û heyecan tevlî hawîrdora gerîla ya bêdawî ya pêşketin û azadiyê bû. Dît ku gerîla û gerîlatî ne tenê artêşeke têkoşer e, gerîla di heman demê de prototîpa mirovên azad e û komeke wisa ye ku wekî derwêşan dijî. Ji ber vê yekê bi coş û meraqeke mezin bala xwe da gerîla, jiyana PKK’ê û îdeolojiya Apoyî ya ku ev nirx afirandine. Wê perwerdehiya xwe ya pêşîn a gerîlatiyê li Heftanînê stend û dest bi pratîkê kir. Ji aliyekî ve hînî jiyana gerîla bû, hînî gerîlatiyê bû û ji aliyê din ve jî bala xwe de xwepêşvebirinê.

Hevrêya me Destan ku di jiyanê de miroveke fedakar û kedkar bû, hewl da ku xwe ji nû ve biafirîne, xwe bigihîne koka civakî ya jinên Kurd, xwe ji nû ve ava bike. Wê hişmendiya xwe pêş xist, bi têgihiştina rast a dîrokê re têgihiştina xwe xurt kir, dîroka jina azad xwend, rastiya jin, gel û welat ji kûr ve nas kir. Hevrêya me Destan ku jineke xwedî hişmendî bû, jineke kedkar û jîr bû, felsefeya Apoyî û îdeolojiya rizgariya jinê bi meraqeke mezin xwend, tiştên ku dixwend, bi sekneke mezin vegirt û da jiyandin. Di vê wateyê de gihiştiye asta milîtantiyê ku cewher, gotin û pratîka wê yek e.

Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û xwestin gelê me yê Êzidî qetil bikin, hevrê Destan jî weke fedayîyên Apoyî yên din rahişt çeka xwe û berê xwe da Şengalê. Li Şengalê di nava gelek xebatan de cih girt, ji bo ku civaka me ya Êzidî azad bibe, wê kedeke mezin da. Dema ku ji bo pêşeroja azad a gelê me yê Êzidî nirxên mezin afirand, ji gelê me yê li wir jî hînî gelek tiştan bû. Hevrêya me Destan ku tecrubeyeke mezin bi dest xist, li ser biryara HPG’ê ya ku sala 2018’an bi temamî ji Şengalê vekişiya, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Ji bo li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi taybet li Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a qirker û mêtinger têkoşîneke bi bandor bi pêş bixin, xwe bigihîne asta gerîla ya profesyonel. Li ser vê bingehê tevlî pêvajoya perwerdeyê ya li Akademiya Leşkerî bû û pisporê taktîkên sûîqestê bû. Hevrêya me Destan milîtaneke YJA Starê bû ku ji aliyê îdeolojîk ve zû bi zû têgihiştibû û tiştên ku hîn bûbû bi sekneke mezin di pratîkê de bi cih anîbû û bi jêhatîbûneke mezin karîbû tiştên ku di warê leşkerî de fêr bûbû bi cih bîne. Piştî ku Akademiya leşkerî bi dereceyek baş qedand, vê carê dest bi perwerdekirin, pêşxistin û perwerdekirina hevrêyên xwe kir. Du salan ji bo hevrêyên wê perwerde û pispor bibin xebateke mezin kir û di her kêliya jiyanê de alîkarî û pêşengî kir. Di vê pêvajoyê de fêrî fermandariyê bû, di kesayeta xwe de pêşxist û dest bi pêşengtiyê kir.

Hevrêya me Destan bi zanebûn erkên xwe yên dîrokî weke jina azad a milîtana PKK û PAJK’ê, piştî pêvajoya perwerdeyê xwest di qadên pratîk de cih bigire. Rûyê wê her tim ber bi Bakurê Kurdistanê û Botanê ve bû. Her kêliya xwe bi eşq û heyecana roja ku dê ber bi Botanê bimeşe derbas dikir. Hevrêya me Destan ji dil û can bi mîsyona pêşengiya jinê bawer bû, ev hêz di xwe de dît, bi hişmendiya rastiya ‘xwebûn’ hêza jinê di kesayeta xwe de derxist holê û xwe bi îdeolojiya Apoyî re pêş xist. Bi asta ku di xwe de afirand, di her kêliya jiyana xwe de rola xwe ya pêşengiyê bi cih anî. Ji ya heyî razî nebû, ji bo afirandina ya nû, ji bo dîtina ya xweştir û rasttir her tim di nav lêgerînek mezin de bû. Hevrêya me Destan ku xwedî kesayetek dînamîk a bêserûber û lêgerînên xurt e, di stratejiya şerê gel ê Şoreşgerî de bal kişand ser berpirsyariya jin û ciwanan. Bi vê armancê beşdarî xebatên YPS’ê bû û bal kişand ser afirandina rê û rêbazên nû yên têkoşînê.

Hevrêya me Destan di wê baweriyê de bû ku azadî ti carî bê berdêl nabe û bi fedakarî derfeta jiyana azad a ku dijmin ji me re pariyek nehişt, afirand. Bû leşkerek ku bi meşeke xurt bersivê dide hêviya serkeftinê ya Rêbertiya me, şehîdên me û gelê me. Diyardeya xiyanetê paşve kişand û nehişt ku bi ser bikeve û ji bo tunekirina wê şer kir. Her tim ji xiyanet, xayîn, kontra, ajan û hevkaran hêrs bû. Wê got, ‘heta ev parazîtên ku li bedena gelê Kurd asê mane neyên paqijkirin, wê siberoja me ya azad her tim di bin gef û metirsiyê de be’. Ji ber vê jî di her kêliya jiyana xwe de weke Kemal Pîr û Zîlan bi tolhildan û hişmendiyeke mezin tevdigeriya.

Dema ku hevrêya me Destan li bajarê Nisêbînê yê ku li bajarê welatparêziya serdemê li ser erka xwe bû, ji aliyê bi sedan hêz û wesayîtên zirxî yên dewleta Tirk a dagirker ve hate dorpêçkirin. Bi hişmendiya ku di pirtûka fedayî ya Apoyî de cihê teslîmbûnê nemaye tevdigeriya û bi cesareteke mezin li hemberî bi sedan dagirkeran şer kir. Hevrêya me Destan ku demeke dirêj bi lehengî û fedekariyeke mezin li ber xwe da, ji bo ku ji destê dijmin neyê girtin, bêyî ku li gorî rûmeta xwe teslîmiyetê bifikire, meşa şehadetê hilbijart. Têkoşîna hevrêya me Destan ku weke navê wê bi awayekî destanî destpê kir û bi salan bi evîneke mezin a ked û azadiyê hate meşandin, helwesta wê ya li hemberî dijmin û lehengiya wê derbasî dîroka me ya têkoşînê bû. Hevrêya me Destan yek ji leşkerên sembol ên têkoşîna me ya azadiyê ye, mîna bi hezaran lehengên gelêrî bû şopdar û kevneşopiya berxwedanê ya bi rûmet a Botanê bi rêk û pêk domand.”