Hizba Komunîst ya Kurdistanê li Kerkûkê serdana Tevgera Azadî kir

Şandeyek Hizba Komunîst ya Kurdistanê li Kerkûkê ji bo guftûgokirina hilbijartinên encûmenên parêzgehan serdana Tevgera Azadî kir.

Hikûmeta Iraqê 18’ê Kanûna 2023’yan wek roja hilbijartina encûmenên parêzgehan diyar kiriye. Her wiha di hemû aliyan de piştgiriya xwe ji komîsyona hilbijartinê re dike. Li gorî komîsyonê heya niha 303 lîste û 37 hevpeymanan navê xwe tomarkirine.

Ji niha ve liv û tevgera ji bo hilbijartinan destpêkiriye, Kurd dixwazin li Kerkûkê bi lîsteyek tevlî hilbijartinê bibin. Di vê çarçoveyê de Hizba Komunîst ya Kurdistanê li Kerkûkê serdana Tevgera Azadî kir. Şande ji aliyê Hevserokê Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê Komel Sermed ve hate pêşwazî kirin û piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Berpirsê malbenda Hizba Komunîst ya Kurdistanê Dilşad Saleh di daxuyaniyê de axivî û ragihand ku ew xwestine bi Tevgera Azadî re hilbijartinên encûmenên parêzgehan guftûgo bikin û got: “Hêvîdarim guftûgo bibe sedem ku di dema pêş de em di yek lîsteyê de kom bibin û li Kerkûkê dengê Kurdan vale neçe.”

Hevserokê Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê Komel Sermed jî axivî û got: “Di serî de li gorî partiyên Kurdan ev hilbijartin ji bo Kerkûkê çarenûseke û divê Kurd bi yek lîsteyê tevlî bibin. Lê mixabin ev yek pêknehat. Em lîsteya Hizba Komunîst û YNK’ê baş dinirxînin, lê em weke Tevgera Azadî li bendê bûn ku lîsteyek hîn berfirehtir pêkbihata. Me dema borî de jî gotiye her lîste û namzetek xwedî projeyên ji bo xizmeta Kerkûkê be, wê ji aliyê me ve were piştgirîkirin.”