Cenazeyê şervana YPJ’ê Adar Cûdî li Hesekê hat veşartin

Cenazeyê şervana YPJ’ê Şêrîn Elî (Adar Cûdî) ku di encama qezayekî de şehîd bibû, li Hesekê bi merasîmekê hate veşartin û gerîlayê HPG’ê Şoreş Serhildan hat bibîranîn.

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ ) Şêrîn Elî (Adar Cûdî) 27’ê Tîrmehê dema ku li ser erka xwe bû di encama qezeyekî li bajarê Hesekê birîndar bibû û rûxmî hemû hewildanên dermankirinê jî di 31’ê Tîrmehê de li Helebê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Adar Cûdî veşart. Şêniyan cenazeyê şehîd Adar Cûdî ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajar wergirt û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê bi rê ket.

Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed axivî û got ku şehîdan ji bo parastina xaka welatê xwe li hemberî êrişên dijmin sekinine û bi ser ketine.

Rojda Ehmed anî ziman ku ew ê şopdarên xeta şehîdan bin heta tevahî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin û serketinê mîsoger bikin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kantona Hesekê Viyan Welat jî seraxî ji malbatên şehîd Adar Cûdî û Şoreş Serhildan re xwest û got: "Em soz didin dayikên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan em ê şopdarên xeta şehîdan bin heta serketinê bi dest bixin û tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Piştre, Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê nasnameya gerîlayê HPG'ê Salih Ewad bi nasnav Şoreş Serhildan eşkere kir ku di 19'ê Tîrmeha borî li Metînayê şehîd bûbû.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulçîn Ehmê nasnameyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyê şehîd Adar Cûdî bi tîlîliyên dayikan li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin.