HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, derb li 3 çeperan hate xistin

Di çalakiyên gerîla de yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 3 çeperan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

5'ê Tebaxê saet di 006:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Tebaxê saet di 13:25'an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

5'ê Tebaxê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî çepereke dagirkeran bi çekên giran çalakî hate kirin, derb li çeperê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

5'ê Tebaxê saet di 16:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

5'ê Tebaxê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Metînayê;

3'ê Tebaxê saet di 19:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi topan hatin bombekirin."