Şengalî vedigerin warê xwe

Vegera Xelkê Şengalê yên ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê koçber bûbûn, didome. Îro 11 malbatên Sîbayê yên li kampên başûrê Kurdistanê diman vegeriyan warê xwe.

Vegera Xelkê Şengalê yên ji ber êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê koçber bûbûn, didome. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal û gundên derdora wê kir û komkujî kirin, bi deh hezaran kes jî, neçar mabûn ku warên xwe terk bikin. Bi ser komkujiyê re 9 sal derbas bûn. Şengaliyên li kampên başûrê Kurdistanê dimînîn ref bi ref vedigerin li ser warê xwe.

Îro 11 malbatên ku di dema êrîşê de koç kirîbûn, ji kampên başûrê Kurdistanê vegeriyan li ser cih û warê xwe. Malbatên vegeriyan li ser warê xwe li Komelgeha Sîba Şêx Xidir bi cih bûn. Hate diyarkirin ku piraniya malbatên vedigerin li ser warê xwe ji kampên Bacid Kendala û Xanikê ne.

Piştî ku Meclîsa Komelgeha Sîba Şêx Xidir hat avakirin ku xizmet ji xelkê herêmê re dike, gel êdî bi dilxweşî vedigerin. Li gorî agahiyên ku ji komelgehê hatine girtin, tê payîn wê sibê 21-23 malbatên din jî vegerin Sîbayê û navçeya Tilizêrê.

Her wiha Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi rojane bang li gelê Şengalê yên di kampan de dimînin dike ku di zûtirîn demê de vegerin ser cih û warên xwe.