HPG: Nasnameya jin a azad temsîl kir

HPG'ê nasnameya gerîlaya li Garzanê şehîd bû eşkere kir û got, "Hevrêya me Ardem li ser xeta fedaîtiyê şer kir û bû mînakeke bêhempa ya milîtaniya Apoyî. Bi têkoşîn û sekna xwe, nasnameya jin a azad temsîl kir."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Milîtana şareza ya xeta azadiyê ya jinê û îdeolojiya Apoyî, fermandara me ya hêza Ardem Ararat 1'ê Tebaxa 2023'an di encama bombardûmana giran a artêşa Tirk a dagirker de heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û şehîd bû. Hevrêya me Ardem di nava 7 salên dawî de bi taybetî meha dawî li hemberî her cûre teknîka artêşa Tirk a dagirker li ser xeta fedaîtiyê şer kir û bû mînakeke bêhempa ya milîtaniya Apoyî. Bi têkoşîn û sekna we, nasnameya jin a azad bi rengekî hêja temsîl kir. Hevrêya me Ardem careke din nîşan da ku jin a ku bi milîtaniya PAJK'ê û şervaniya YJA Starê re azad bûye, di nava ti şert û mercî de nikare ji aliyê mejiyê bi serweriya mêr ve teslîm bê wergirtin. Ji Rindexanan heta bi Arjîn Garzan û Jînda ozguran bû şopdara dawî ya kevneşopiya berxwedanê ya azad a esîl û cihê xwe di dîroka me ya berxwedanê de girt.

Di serî de malbata hêja ya fermandara me ya leheng hevrêya me Ardem Ararat bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be, em soz didin ku di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna hevrêya xwe Ardem derkevin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Ardem Ararat bi vî rengî ne:

Nasnav: Ardem Ararat
Nav paşnav: Sûltan Orûç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hayriye-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Tebaxa 2023 / Garzan

Hevrêya me Ardem li navçeya Bismil a Amedê li gundekî ji dayik bû. Li nava malbat û derdoreke welatparêz mezin bû ku tevlîbûn li nava refên têkoşînê kiribû. Ji ber ku malbata wê koçî metropolên Tirkiyeyê kir, wê derê mezin bû. Hevrêya me Ardem timî dilsozê welat û xaka xwe bû û bi hesreta wê jiya. Hevrêya me Ardem ku jineke Kurd a jêhatî û karker bû, li Zanîngeha Artvînê beşa mamostetiyê qezenç kir û sê salan xwend. Hevrêya me Ardem ku jineke ciwan a rewşenbîr, lêkolîner bû, bi baldarî xwend û da pey rastiyê. Bi bandora tevgera ciwanên demokratîk û welatparêz tevlî vî karî bû. Cihê xwe di nava karên ciwanên xwendekar de girt û ji bo ciwan di nava sîstema qirikrin û asîmîlasyonê ya dewleta Tirk de nehelin, hewl da. Dema ku karên ciwanan dikir rastiya PKK û Rêber Apo nas kir. Ji jiyana xwezayî û sade ya PKK'ê, ji têkiliyên hevrêtiyê yên bi wate û ya herî girîng jî ji lêgerîna li jiyana azad a Rêber Apo bi bandor bû. Ji ber ku tevgera Apoyî îdîaya jiyana azad a mezin pêk dianî, ji lêgerîna hevrêya me Ardem re bû bersiv. Ji bo bide ser şopa bersivên ku wergirtiye, ji bo li çiyayên azad têbikoşe di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Ardem li Heftanînê perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîla wergirt, bi kêfxweşiya ku hesreta bi salan a dûrî ji welêt bi dawî bû, tevlî nava jiyana gerîla bû. Bi manewiyata hevrêtiyê, bi kelecana bûyîna nefereke ji tevgera jinê ya azad, hevrêya me Ardem bû xwedî kesayeteke xurt a şoreşgerî. Hevrêya me ku jineke rewşebîr û xwedî lêgerînê bû, di îdeolojî û felsefeya Apoyî de kûr bû, dîroka jinê xwend û lêkolîn kir, têkoşîna destanî ya tevgera jinê ya azad, lehengên dîrokî yên afirînerên vê têkoşînê û sekna jinê ya mezin a dîroka Kurd xwend, pejirand. Bû milîtanek ku pêşveçûna bi îdeolojiya rizgariya jinê û Jineolojiyê, bi şarezabûna li ser xeta YJA Starê ji xwe re kir esas. Pîvanên jinê ku afirînerên jiyanê û pêşeng in, di kesayetiya xwe de şênber kir, bi pîvanên PAJK'ê re hewl da têkoşîna azadiyê ya jinê mezin bike. Ji aliyê îdeolojîk û teorîk ve xwe bi pêş ve bir, li qada leşkerî jî xwest xwe pispor bike. Li ser vê bingehê beşdarî pêvajoya perwerdeyê ya li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmed Goyî bibe. Di akademiyê de şareza bû ku karibe gelek çekan bi serketî bi kar bîne û ji aliyê fêhmkirin û bicihanîna taktîkên gerîla de gihîşt asteke girîng. Ji bo karibe li ser xeta Sara, Bêrîtan û Zîlanan bibe jin û fermandareke Kurd a azad, gelekî hewl da. Piştre jî li akademiya pisporiya leşkerî tevlî pêvajoya perwerdeyê bû û di asteke girîng de mezûn bû, di rêbaza sabotajê de bû hosta.

Dema ku dijminê mirovahiyê çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst li Başûrê Kurdistanê êrîşî gelê me kir, bedena xwe kir çeper, ber bi eniya herî pêş ve beziya û bi wêrekiyeke mezin şer kir. Li Mexmûr û Kerkûkê di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bû xwedî kedeke mezin, li vê derê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih anî, li qada şer tiştên hîn bû bi cih anî û bû xwedî tecrûbeyeke mezin. Piştî ku wezîfeya xwe ya dîrokî ya li vê derê bi serketî bi cih anî, derbên herî giran li çeteyên DAÎŞ'ê xist û bi serbilindî li Bakurê Kurdistanê vegeriya. Armanca herî mezin a hevrêya me Ardem têkoşîna li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker bû. Ji ber ku baş zanîbû, yê faşîzma DAÎŞ'ê û çetetiyan hemûyan xwedî dike, yê ku çavkaniya êrîş, daigrkerî, zilm û faşîzma li Rojhilata Navîn e dewleta Tirk e. Pê zanîbû ku heta faşîzma Tirk neyê lawazkirin, neyê rawestandin çetetiya li Rojhilata Navîn niakre bê qedandin. Bi vê têgihiştinê ji bo li dijî rejîma faşîst şer bike derbasî Qada Navîn bû.

Di sala 2016'an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê û destpêkê gihîşt Amedê. Dema ku gihîşt vê xakê ku lê ji dayik bû, paytexta welatê me ye û bi xwîna bi hezaran şoreşgerên leheng hatiey avdan, gelekî kêfxweş bû. Hevrêya me Ardem ku xwedî hezkirineke mezin a gel û welat bû, baş zanîbû ku her gava biavêje destanî ye û di meşa azadiyê ya dîrokî de girîng e. Li ser vê bingehê bi xurtî tevlî pratîka şer û jiyana zehmet a li Bakurê Kurdistanê bû, zû hîn bû. Piştre jî derbasî eyaleta Garzanê bû û pratîka xwe li wir dewam kir. Li Bakurê Kurdistanê 7 salan bênavber têkoşiya. Hevrêya me Ardem li hemberî ti zehmetiyê nesekinî, her astengî bi jêhatîbûna xwe û kesayetiya xwe ya bi îrade ji holê rakir. Nîşan da ku şervaneke bi hişmedî û ruhê azadiyê çiqasî xurt e. Ji aliyekî ve di nava şert û mercên herî giran ê şer de li ser piyan ma, li aliyê din jî pêşengî kir ku êrîşên dijmin têk bibe, derbê li dijminê dagirker bixe û bi sekna xwe ya jin a azad pêşengiyê ji hevrêyên xwe re bike. Meşa hevrêya me Ardem û têkoşîna wê ya 7 salan a bênavber a li Bakurê Kurdistanê ispat kir ku milîtaniya YJA Starê çiqasî mezin e û hêeke xurt e.

Hevrêya me Ardem li çiyayên Garzanê ji Rindexanan heta Arjîn Garzan û Jînda Ozguran nûnertiya helwesta bi heybet a jinên Kurd kir. Hevrêya me Ardem bi îradeya ji pola û biryardariya mezin a ku di kesayeta xwe de afirand, bû xwediyê meşa bê dudilî. Ew karî bi feraseta xwe ya jin, zîrekiya taktîkî, afirînerî, hişmendî û ruhê xwe yê azad tevbigere û serketinên mezin bi dest bixe. Helwestek ku bi hestek bilind a berpirsyariyê beşdarî pêvajoyê bû û bersiv da kêlî û pêvajoyên dîrokî. Bi pratîka salên xwe yên bê navber hem ezmûnek mezin bi dest xist û hem jî bi fermandariyê re asteke pir girîng bi dest xist. Bi pêşengiya serdema nû ya gerîlatiyê li Garzanê hewl da taybetmendiyên gerîlatiya klasîk derbas bike û şêwazê gerîlatiya ku ber bi serkeftinê ve dimeşe biafirîne. Ew ji hêza xwe ya analîzê ya bilind û jêhatîbûna xwe ya kûr ji ezmûnên xwe ders derxist. Ew van encamên ku derxistiye veguherand raporê û bi fermandarên xwe re parve kir û xwest hemû hevrêyên wê jê sûd bigirin. Hevrêya me Ardem ku her tim bi ruhê hevrêtiya kolektîf tevdigere, taybetmendiyên takekesî derbas kir, di temsîliyeta aliyê hevpar ê sekna jina azad de bi ser ketiye. Di bûyîna hevrêya hevalan de bi ser ket û bi şoreşgeriya xwe ya zelal û tûj derket pêş. Bi pîvanên red û qebûlkirinê re hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenç kir. Li Garzanê cihek ku neçû û ked lê neda nemabû. Bû fermandarek şoreşger û pêşeng a YJA Starê ku bi xaka Garzanê re bû yek.

Hevrêya me Ardem û Rêdûr li hember êrîş û operasyonên artêşa Tirk a dagirker di meha dawî de bi ruhekî fedayî bersiv dan. Bi zîrekiya taktîkî û jêhatîbûneke mezin gelek êrîşên dijmin vala derxistin. Li hemberî gelek teknîkên şer, hêza şer û derfetên mezin ên di destê dijmin de tenê bi çekên ferdî û bi derfetên kêm bi awayekî fedaî şer kir. Têkoşîna destanwarî ya mehekê ya hevrêya me Ardem li pêşberî kêmderfetiyê û rastiya şer a herî bêhevseng a di dîrokê de hate dîtin, bûye sekneke mezin a lehengiyê. Di şexsê hevrêya me Ardem de sekna serhildêr a jina Kurd a azad, vîn û ruhê wê ya ku têknaçe, careke din bûye heqîqetek berbiçav.

Hevrêya me Ardem di 1’ê Tebaxa 2023’yan de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Rastiya ku wê temsîl dikir û pratîka ku danî pêşiya xwe, bû îfadeya hemdem a kevneşopiya jina Kurd a azad a li çiyayên Garzanê. Ev kevneşopiya berxwedanê ya bi rûmet a jinên Kurd ji Rindexanan heta Arjîn Garzan, Jînda Ozgur û Ardem Araratan wê her tim bidome. Ruhê asîl yê jina Kurd û evîna mezin a azadiyê wê teqez li Kurdistanê jiyana azad biafirîne û pêl bi pêl wê li hemû cîhanê belav bibe û bi ser bikeve."