Jiyana bi sirgûn û xizaniyê

Hevjînên Gultekîn ên extiyar ku li gundê Markê yê navçeya Licê ya Amedê dimînin, di salên 1990'î de gundê wan hate şewitandin û hatin sirgûnkirin. Malbat vegeriya gundê xwe, lê niha di nava xizaniyê de ne.

Dewleta Tirk di salên 1990'î de li Kurdistanê gelek gund şewitand û mirov neçarî sirgûnê kir. Di encama vê polîtîkaya qirkirinê de gelek malbatan mal, xaka xwe terikandin û koçî metropolên Tirkiyeyê bûn. Hinek ji wan dema ku vegeriyan tiştekî wan nema bû, hinek jî nekarîn vegerin û hewl dan li bajarên ku sirgûn bûne jiyana xwe dewam bikin.

Malbata Gultekîn li gundê Markê yê navçeya Licê ya Amedê dima. Hingî leşkeran avêtin ser gundê wan, eşyayên wan şewitand û ew neçarî sirgûnê hiştin. Malbata Gultekîn sirgûnî Edeneyê bû. Piştî ku vegeriya hewl da jiyana xwe ji cihê mayî dewam bike, lê belê vê carê extiyar bûbûn.

EM DERXISTIN DERVE Û EŞYAYÊN ME ŞEWITANDIN

Hasret Gultekîn anî ziman ku jiyana wan bi xizanî û zehmetiyan derbas bû. Hasret Gultekîn got, "Me zevî diçandin, lê belê qezenca me gelekî kêm bû. Mîna ku ev jî têrê neke avêtin ser gundê me. Ez û hevjînê min bi pêxwasî derxistin derve û mala me şewitandin. Eşyayên me hemû şewitandin. Em hemû li ber mizgeftê kom kirin. Xizmên me li nêzî gundê me hebûn. Hatin em birin gel xwe. Ji wir jî me koçî Edeneyê kirin. Li wir em di kirê de bûn, me xizanî dîtin. Me dît ku li wê derê em çi bikin jî nikarin debara xwe bikin, me rahişt eşyayên xwe û vegeriyan. Li gund me ji xwe re xaniyek çêkir. Piştî erdhejê xisar lê bû, lê belê kes nehat kontrol jî nekir. Hêviya me Xwedê ye. Em binihêrin bê Xwedê wê çi bike? Em hîn nû hatin gund, êdî em ê birçî bimînin, bimirin, bimînin em pê nizanin."

ME DEBARA XWE BI ÇANDINIYÊ DIKIR

Mehmet Gultekîn jî anî ziman ku bi dehan salan wan çandinî dikir, debara xwe bi çandiniyê dikir û got, "Wê demê ji ber ku traktor an jî wesayitên bi motor tune bûn, me her tişt bi destan dikir. Lewma em hîn bêhtir li zeviyan dixebitîn û me alîkarî didan hev. Her wiha bi tonan firingî me kom dikir û bi qemyonan dibirin navendê û difirotin. Lê belê niha ti ji wan nîne. Di dema ciwantiya min de exlaqê mirovan ji yê niha gelekî baştir bû. Niha her kes tenê li xwe difikre. Di dema me de tevî ku axatî hebû jî gundiyan nedihiştin mafê wan bê binpêkirin."