Ji koka berxwedanê afirî: Yildiz Şahîn Botan

Yildiz Şahîn Botan li nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê yek ji nûnerên fedaîtiyê bû. Ji bo nirxên ku şehîdan afirandin biparêze, li dijî dagirkeran heta nefesa xwe ya dawî şer kir.

Dewletên Gladiyo ji bo gelê Kurd biqedîne derfet, teknîk û taktîkên xwe hemû seferber kirine. Lê belê rastiyek heye ku hesabê wê nekirin, ew jî milîtanên fedaî yên Kurdistanê ne ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe xemilandine, xwe jinûve afirandine.

Yek ji van milîtanên fedaî jî gerîla Yildiz Şahîn Botan bû, li deşta berhemdar a Kobanê ji dayik bû, lê mezin bû. Yildiz ku di nava şer û şoreşê de mezin bû, dît ku ji her alî ve gef û xetere li ser gelê wê heye. Ji ber vê yekê jî hesta berpirsyarî, tolhildana li dijî dijmin û taybetmendiya şerkeriyê pê re xurt kir. Ji ber ku şervanên azadiyê yên ku ji bo gel û malbata wê şer kirin, ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Li hemberî dagirkirina Efrînê ku dewleta Tirk a mêtinger tevî çeteyên xwe sala 2018'an destpê kir û li dijî êrîşên li ser Serêkaniyê ku sala 2019'an destpê kirin, Yildiz rahişt çeka xwe û berê xwe da refên herî pêş, ji bo şoreşa azadiyê ya gel, ji bo nirxên ku şehîdan bi xwîna xwe afirandine biparêze, bi rengekî fedaî şer kir.

Ji ber ku du kekên wê û ji malbata wê ya nêz gelek xizmên wê tevlî nava refên gerîla bûbûn, vê yekê cesaret da Yildiz ku bi çeka xwe li çiyayên azadiyê bimeşe û şer bike. Lewma bi daxwazeke mezin û kelecanê berê xwe da çiyayên azad. Tevlîbûna xwe jî bi taybetî di 15'ê Sibatê de pêk anî ku wê rojê bi komployoa navneteweyî hewl hate dayin ku gelê Kurd di nava tarîtiyê de bê hiştin. Piştî perwerdeya şervanên nû ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe bi pêş ve bir û bû fermandareke pêşeng.

Yildiz karê ku dikir ji bo xwe têr nedît, ji bo karibe karên hîn mezintir bike sala 2021'ê pêşniyar kir ku tevlî nava Hêzên Taybet bibe, bibe dengê gelê xwe û tola hevrêyên xwe hilîne. Berpirsyariya diket ser milê xwe jî bi rengekî serketî bi cih anî. Piştî ku dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşê kir, tevlî nava Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş bû, li tunelên şer bi wêrekî û hêrseke mezin şer kir. Tevî hevrêya xwe Robîn Avent di 25'ê Tîrmeha 2023'an de di encama êrîşa dewleta Tirk de ya li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî şehîd bû.