Hevseroka PJAK’ê: Rêber Apo ji bo gelê Rojhilat esas e

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Rojhilat esas e û got: “Ev kevneşopiya ku bi şoreşa Jin Jiyan Azadî didome, bi hemû hêza xwe ber bi serkeftinê ve diçe.”

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn têkildarî bandora fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora Komploya Navneteweyî ya li ser gelên Rojhilat û Îranê axivî û wiha got: “Berî komplo û piştî komployê du pêvajoyên cuda yên diyalektîkekê ne: Diyalektîka pêşketina tevgera APO’yî li Rojhilatê Kurdistanê… Bi destpêkirina şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ jî pêvajoya belavbûna wê sertaserê Îranê dest pê bû. Ev hem rûmetek mezin e û hem jî wezîfeyên mezin û li ser milên me bar dike.”

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn bersiva pirsên ANF’ê da.

- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rojhilata Navîn çawa dinirxîne?

Rêber Abdullah Ocalan hem ji bo dîroka Îranê û hem dîroka Zagrosê nirxandinên pir giring dike. Çanda Zagrosê weke çanda destpêka mirovahiyê dibîne. Nirxandinên wî ji bo Zerdeşt jî wisa ne. Ji bo agirê ku bi sedan salan di derên bilind ên Zagrosan vêketî bûye, ji bo “Mox” (mag) ku weke pêşengên Zerdeştîtiya rastîn bûne nûnerên mirovahiyê û ji bo çanda werzgarî (zira’et) û çandiniyê ku mirovahî xwedî kiriye û pîrozahî çê kiriye. Bi dîtina Rêbertiyê, Rojhilat kaniya çanda Kurdewar e û divê ku Kurd ji vejiyandina agirê Zerdeştîtiyê bibin ji hemû gelên Îranê yên niha re. Rêbertî Komara Kurdistanê li Mehabadê jî wek pêngaveke mezin a ji bo mafê Kurdan dibîne û dibêje ku em niha dûmahîka wan in û me alaya wan girtiye, em dimeşin.

- Piştî komployê zanebûna neteweyî ya çawa bi gel re çê bû?

Zanebûna neteweyî ya Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê, baş e û ziman, çand û cil û berg ku hêmanên Kurdîtiyê ne, li Kurdistanê bi hemû rengên xwe parastî ne. Tişta ji Rojhilatê Kurdistanê kêm, xeteke siyasî-fikirî ya baş e. Kurd li Kurdistanê têkoşiyane û pir jî bedel dane. Lê ji ber nebûna xeteke bihêz nekariye destkeftiyên xwe bikin mayînde. Bi taybetî xeta rêxistinî ya berxwedêr û bi berdewamî ji Rojhilatê Kurdistanê kêm bû. Kurdan piştî ezmûnên ku dawiya wan binketin bû, li xeteke fikrî digeriyan ku bi wê careke din ji bo mafên xwe têbikoşin û ew xwesteka xwe di xeta Rêber APO de dît. Bi wî awayî hemû lingên zanebûna neteweyî ya Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê tekûz bûn û bû tevgerek e ku bêguman niha bala hemû Îranê li ser e. Serhildana mezin a sala 1999’an a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, nîşaneya pejirandina ramanên wî bû. Hêj jî lê dibe xwedî. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” jî berhema wê balkêşî û pejirandinê ye.

- Gel çawa pêşwaziya wan rêxistinan dike ku li Rojhilatê Kurdistanê li ser esasê felsefeya Rêbertiyê ava bûne?

Gelên Îranê hertim li pey sererast kirina rêya jiyanê ne. Her çil- pêncî salan carekê tevgereke gel li Îranê serî hil dide. Îran welatê serhildan û şoreşan e! Pêşengekê Kurdan digot ku “Îran, Fransaya Rojhilata Navîn e”! Dema fikirên cuda li Îranê bi ser neketin, her kes li rêyeke nû digeriya. Di serdema şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de nivîskareke Îranî got ku “Em çil sal in li diruşimekê digeriyan da ku me îfade bike, niha em dikarin bi rihetî bibêjin: Jin, Jiyan, Azadî”! ew yek nîşan dide ku pêşwazî ji ramanên tevgera azadîxwaz ya Kurd di asteke bilind de ye. Heya demekê xwestin ku inkara tevgera Kurd ya Apo’yî bikin li Îranê, lê dema ku tevgerên din nekarî xwestekên gel pêk bînin û bibin dengê wan, niha awir hemû zivirîne ser tevgera azadîxwaz ya Apo’yî û qewmên cuda li Îranê de dixwazin ku bi rê û rêbazên tevgera azadîxwaz ya Apo’yî kar bikin, lewra em dikarin bibêjin ku pêşwaziyeke baş ji tevgera me re heye û partiya me jî niha xwediyê cihekê bihêz e di nava tekoşîna gelên Îranê de. Di bingeh de, Rêbertiyê, dest danî ser koka pirsgirêkan û di heman demê de, rêya çareseriyê nîşan da. Gel li Îranê jî, bi wê yekê pêhesiya û ew bû sedema pêşwaziya hemû beşên civakê.

-Piştî komployê gihîştina rêxistinê ya piraniya ciwanên ji Rojhilat, tê çi wateyê?

Hema ji salên 1978’an pê de gelê Kurdistanê hêdî hêdî tevgera APO’yî nas kir, lê dema komplo çê bû, derket ku naskirin gelek e û tovê rêxistina wê jî hatiye çandin! Ciwanan pêl bi pêl berê xwe da nava refên şoreşê û her kes matmayî ma. Wateya wan tevlîbûnan ew e ku Rêbertî esas e ji gel re. Dema bêbextî lê hate kirin, gel jî bertek nîşan da û ciwanên wan rasterast ketin nava tekoşînê û qonaxeke nû ya tevgerê li parçeyekê din ê Kurdistanê da destpêkirin. Hertim dibêjin ku tevgera me tevgera Rêbertîyê ye! Me ew di serhildanên sala 1999’an û tevlêbûna ciwanan de dît û dîsan isbat bû ku çawa Rêbertiyê xwe fedayê gelê xwe kir, gel jî wisa girêdayê wî ye. Di şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê de jî derket holê ku hê berdewam e û kevneşopî bi hemû hêza xwe ber bi serkeftinê ve diçe!

- Kar û xebatên tevgerê berî komployê û rewşa nas kirina tevgerê çê bû û piştî komployê çi jê hat?

Tevger bi du awayan li Kurdistanê heye: bi awayê rasterast û bi awayê bandora fikrî- felsefî. Berî bêbextiya navneteweyî, bandora tevgerê li ser serhildanên gel ên sala 1999’an gelek bû. Di çarçoveya wê bandorê de gel propaganda û niqaş dikir, hev û din didît û ramanên Rêber Apo belav dikirin. Ciwan dibûn beşdar. Piştî bêbextî û komployê pêvajoyeke nû dest pê kir. Ciwan beşdar bûn, komîteyên taybet çê bûn. Pirtûk hatin wergerandin, kovar hatin çap kirin û roj bi roj pêşketin çê bûn. Ew bi guhertin û veguhertina fikirên Rêbertiyê bû. Dema Rêbertiyê paradîgmaya nû pêşkêşê Kurdistaniyan û mirovahiyê kir jî êdî rêxistineke taybet û xweser ji Rojhilat re çê bû ku dîroka wê diyar e û em niha di çarçoveya PJAK’ê, KJAR’ Û KODAR’ê de şahidên wê ne. Berî komplo û piştî komployê du pêvajoyên cuda yên diyalektîkekê ne:

Diyalektîka pêşketina tevgera APO’yî li Rojhilatê Kurdistanê. Bi destpêkirina şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ jî pêvajoya belavbûna wê sertaserê Îranê dest pê bû. Ew hem rûmeteke mezin e û hem jî erkên mezin didanê ser milê me. Bêguman wê çêbûna rojên azad û hilhatina roja azadiyê li ser çiyayên Zagrosê û di Rojhilat û Îranê de encamên dawîn ên wê diyalektîkê bin!