Malbata Denîz Bulbun: Bila kujer bên eşkerekirin û girtin

Malbata şehîd Denîz Cevdet Bulbun li avahiya Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniya çapemeniyê da û bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku kujerê kurê wan bên eşkerekirin û girtin.

Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun di 18’ê Îlonê de li avahiya KNK’ê ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve hat qetilkirin. Li gel ku nêzîkî mehek bi ser bûyerê re derbas bû, hêzên ewlekariyê yên PDK’ê heta niha tu daxuyanî nedane. Malbata Denîz Bulbun li avahiya KNK’ê ya Hewlêrê daxuyaniya çapemeniyê da û xwest kujerê kurê wan bên girtin.

Bavê Denîz Bulbun, Cevdet Bulbun wiha got; “Ev 24 rojin kurê me hatiye qetilkirin. Heta niha tu kes li ser bûyerê nehatiye binçavkirin û aliyên ewlekariyê jî heta niha tu tişt li ser êrişê eşkere nekiriye. Em dixwazin kujerê kurê me bê eşkerekirin.”

Bulbun da zanîn ku kurê wan Denîz kesekê bê sûc bû û li Hewlêrê hate qetikirin û got; “Kurê me mamosteyê zimanê Kurdî bû. Bi tu kesê re tu pirsgirêkên wî nebûn. Lewra ji bo me serbilindiye ku kurê me li ser doza azadiya gelê Kurd hat şehîdkirin.”

Bulbun wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Ev çend roj in em li bajarê Hewlêrê ne. Derbarê bûyerê de me li dadgeh û Asayişa Hewlêrê gilî kir û me xwest kujerê kurê me bê girtin, ji raya giştî, Kurd û cîhanê re bê eşkerekirin û bê zanîn ku kî û kîjan hêz li pişt vê êrişê bûn.”

Bavê şehîd Denîz bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku kujer, kes û hêzên li pişt bûyerê demildest bên eşkerekirin, herwiha sedema qetilkirina kurê wan bê eşkerekirin ku çima û ji ber çi kesekê sivîl û bê sûc tê qetilkirin?