Partî û rêxistinên Kurdan ên ku ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Pariya Çepên Kesk, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin daxuyanî dan.
Daxuyanî li Buroya Şêwirmendiya Navenda Giştî a DBP’ê ya li Amedê hat lidarxistin. Rêveberên saziyên navborî û her wiha Rêveberên Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Kominîst a Kurdistanê (KKP) tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di daxuyaniyê de axivî.
Di civînê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydeniz axivî û wiha got: “Ji 5’ê Cotmehê heta niha dewleta AKP-MHP’ê bi awayekî dijminantiya Kurdan êrîşî Rojava dike. Di van êrîş û bombebaranê de tesîsên av, ceyran û petrolê hilweşandin. Depoyên zexîre û genim û her wiha nexweşxane bombe kirin. Di vê bombebaranê de jiyana gel hatiye bombe kirin. Li Bakur u Rojhilatê Sûriyeyê gelê herêmê jiyanek hevpar ava kirine û bi hevre di nava aramiyê de dijîn. Ev êrîş li dijî vê jiyana hevpar û pergala demokratîk e. Êrîş bi şiklê xwe dişibin êrîşên DAÎŞ’ê. Cudahiya êrîşên Tirkiyeyê û êrîşên DAÎŞ’ê ji hev tune ye. Bi van êrîşan jiyana gele Rojava armanc kiriye. Bi van êrîşan sûcê mirovahiyê tê kirin.”
Aydenîz da zanîn ku bi van êrîşan sûcê mirovahiyê tê kirin, lê hemû parazvanên mafên birovan û rêxistinên cîhanê bêdeng e û wiha got: “Li dijî van êrîşên li Rojava hemû cîhan bêdeng e. Tê zanîn ku li Îsraîl û Fîlîstînê jî şerekî destpê kiriye. Bi van şeran di sedsala Lozanê û sedsala Komarê de dixwazin ji nuve ve Rojhilata Navîn li gorî xwe xêz bikin û dizayn bikin. Vê dîzaynkirinê ne li gorî berjewendiyên gelan, dixwazin li gorî berjewendiyên dewletên hegomonîk xêz û dizayn bikin. Em dibinin ku di bin vê plan û dîzaynê de gelê Îsraîl û Fîlîstîn tên pelçiqandin û kuştin. Beriya êrîşê Wezîr Hakan Fîdan digot hemû pergala enerjiyê hedefa me ye. Got em ê êrîşî jiyanê bikin. Wekî wî Serokê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî got ‘Em ê li Gazzeyê ceyran, av û gazê tevî qut bikin.’ Îro hemû cîhan li dijî vê gotinê bertekan nişan dide. Lê gotina Netenyawî û Fîdan mina hev in. Li dijî jiyana mirovahiyê hatiye gotin. Divê gelê cîhanê li dijî Rojava jî bertekên xwe bînin ziman. Yên ku li dijî gotina Fîdan li çepikan dixin, hêz dane Netenyawû. Netenyahû ji Hakan Fîdan hêzê digirin. Feraseta herduyan yek e.
Serokê Tirkiyeyê Erdogan ji bo Fîlîstinê got ‘Divê sincê şer hebe. Lê îro li Rojava îstasyon û santralên av, ceyran, petrolê bombe dikin. Hemû xizmeta nexweşxane, av, ceyran û petrolê felç dikin. Li Mexmûrê mizgeftê bombe dikin. Ka mafê mirovan. Li Dêrikê nexweşxane bombe kir. Li dehan cîhan ambarên genim, depoyê zexîre bombe kirin. Li Eyn Îsa zarok qetil kirin. Ka sincê şer, ka mafên mirovan. Ka hikûq. Li vir dijminantiya Kurdan dikin."
Aydenîz bal kişand ser gotina Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş a ‘Deriye aştiya cîhanê di aştiya Rojhilata Navîn re derbas dibe’ û wiha got: “Em jî dibêjin ji bo Rojhilata Navîn pergala aştî û çareseriyê heye. Xwediyê vê pergalê jî Birêz Ocalan e. Lê Birêz Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Pergala Birêz Ocalan pêşkeş dike, pergala ekolojîk, demokratîk û pergala parastina azadiya jinê ye. Îro ev pergal li Rojava, li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê di pêşengiya jinê de tê avakirin. Lê bi van êrîşan dixwazin vê hêvî û pergalê hilweşînin. Em dibêjin mifteya aştî û çareseriya Rojhilata Navîn di Îmraliyê û pergala Birêz Ocalan de veşarî ye. Birêz Ocalan pergala aştî, çareserî û demokrasiye ava dikin. Lê bi van êrîşan dixwazin van hêvî û vê pergalê têk bibe. Bi destê hikûmeta AKP-MHP’ê dixwazin azadiya gelan û azadiya Kurdan tune bikin. Ji bo gelê Fîlîstîn çalakiyan li dar dixin. Lê li aliyê din li Rojava bi rojan bombe tê barandin. Lê ji b ovan êrîşan bêdeng e. Ev dirûtî ye.”
Aydenîz di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew wekî sazî, partî û dezgehên Kurd dibêjin ev êrîşên li ser Rojava li ser ked, jiyana hevpar, mafê mirovan û pergala demokratîk pêk tên û wiha lê zêde kir: “Divê li dijî van êrîşan hemû gelên cîhanê dengê xwe bilind bikin. Divê her kes helwesta xwe nîşan bide. Eger dixwazin li Rojhilata Navîn demokrasî pêş bikeve, divê her kes dengê xwe bilind bikine. Ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn divê pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Fîlîstîn bê çareserkirin. Çareserî ne Netew Dewlet e. Çereserî Neteweya Demokratîk e. Ev jî bi pergala Konfederalîzma Demokratîk pêkan e. Em mafê hemû gelê Kurd diparêzin. Divê hemû sazî û rêxistinên Kurdan jî destkeftiyên Kurdan biparêzin û li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Divê bi ruhê yekîtiyê mafê Kurdan biparêzin. Divê Neteweyên Yekbûyî jî li dijî binpêkirina mafên mirovan erka xwe pêk bînin. Divê tene raporan nenivîsin. Divê li dijî van êrîşan mudaxaleyekê bikin. Divê Neteweyên Yekbûyî rol û rista xwe pêk bînin.”
Saliha Aydenîz, bang li hêzên navdewletî jî kir û got: “Divê DYE, Rûsya û Fransa qada hewayî ji êrîşan û balafiran re bigire. Îro Rojava di aliyê bazirganî, aborî û siyasî di bin ambargoyê de ye. Em bang li rayedar û erkdaran dikin ku van ambargoyan bi dawî bikin. Ev êrîş di heman demê de li dijî pêşengiya jinan e. Îro li Rojava sûcê mirovahiyê pêk tê. Em ê li dijî van êrîşan tu carî bêdeng neminin. Çawa bi heman ruh û seknê em li Kobanê xwedî derkevin. Em ê dîsa bi heman ruh û seknê li hemû Rojava xwedî derkevin. Em ê bi ruhê Kobanê, bi ruhê yekîtiyê di nava çalakiyan de bin.”
Nûnerên partî û rêxistinên din jî axivîn û xwestin êrîş bi dawî bibin û her kes li dijî van êrîşan bertekên xwe bînin ziman.