Talebanî: Bi gef, zext û dronan diyalog nayên kirin

Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî destnîşan kir ku, bi gef, zext û dronan diyalog ligel dewleta Tirk nayê kirin û got, “Hinek daxwazên Tirkiyeyê hene ku ne maqûlin, em ti carî nikarin pêk bînin.”

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di panelek li ser sîstema siyasî û dewletsaziyê ya li Iraqê ku li Hewlêrê pêkhat de, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêma Kurdistanê.

Serokê YNK’ê, diyarkir ku ew nikare biçe Tirkiyeyê, ji ber ku bê sedem, li balafirxaneya Erbetê 3 qehremanên hêzên YNK’ê hatin şehîdxistin. Bafil Talebanî got; “Hinek daxwazên Tirkiyeyê hene ku ne maqûlin, em ti carî nikarin pêk bînin.”

Talebanî behsa daxwazên Tirkiyeyê kir û got; “Dixwazin hinek baregeh û rêxistinek di nava Silêmaniyê de bigirin, ji ber ku peywendiya wan bi PKK’ê re heye. Ew cih, destûra xwe ya fermî li gel Hikumeta Herêmê û Iraqê wergirtine. Em nikarin û mafê me nîne baregehên wan rêxistinan bigrin. Gelek balkêşe, ji min re dibêjin, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê gef li we xwariye. Lê em Kurdin. Bi gef, zext û dironan diyalog nayên kirin, bikaranîna van rêyane xelete. Ji ber ku ev zimanê şere û em bi wan re ne di şer de ne.”

Serokê YNK’ê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêma Kurdistanê û got; “Êrîşên dewleta Tirk yên ser Herêma Kurdistanê hêcetin, çareseriya pirsgirêka Kurd bi diyalogê tê kirin. Bi zextan pirsgirêk nayên çareserkirin. Ez dema siharê radibim, balafirek bêmirov li ser serê min digere. Em dixwazin pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin.”