Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Qoserê: Em ê li dijî dagirkeriyê ber bi sînor ve bimeşin

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Qoserê Aysel Ayav got ku ew ê di 13’ê Cotmehê de (sibê) li dijî êrîşên dagirkeriyê meşeke girseyî li dar bixin û ber bi sînor ve bimeşin.

Li ser banga HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ji bo balê bikişînin ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava wê 13’ê Cotmehê (sibê) di saet 15:00’an de ji navenda navçeya Qoserê ber bi sînorê Qoserê ve meşek girseyî bê lidarxistin û daxuyaniya çepemeniyê bê dayîn.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Qoserê Aysel Ayav têkîldarî amadekariya meşa girseyî û pêvajoya li herêmê ji ANF’ê re axivî.

Ayav diyar kir ku tevî 24 saet bi ser biryara çalakiyê re derbas nebûye jî li tevahiya herêmê organîzasyoneke bi tevlîbûneke berfireh bi lez û bêz hatiye rêxistinkirin û got ku ji ber ku berteka gel a li hemberî êrîşên bi ser Rojava mezin e, çalakî ewqas zû hatiye organîzekirin û got: “Biryara çalakiyê duh bi şev hat girtin û em ji şev ve dixebitin. Berteka gel li hemberî bûyerên qewîmîn gelekî mezin e.”

Aysel Ayav destnîşan kir ku wê tevlîbûna çalakiyê tenê bi Mêrdînê sînorkirî nemîne û bangewazî li hemû bajarên herêmê hatiye kirin. Aysel Ayav diyar kir ku wê ji Amed, Riha, Sêrt, Êlih û Şirnexê bi awayekî berfireh tevlî meşê bibin. Aysel Ayav anî ziman ku ji bo meşa sînor û daxuyaniya çapemeniyê li tevahiya Qoserê kuçe bi kuçe xebitîn û bi rêxistinbûyîneke tevahî xrbat meşandin. Aysel Ayav da zanîn ku walîtî piştî bangewaziya HDP’ê li seranserê Mêrdînê ji bo rojekê 'qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan' daniye û ev tişt anî ziman:

"Piştî ku me daxuyanî da û dest bi xebatê kir, Walîtiya Mêrdînê ji bo rojekê li tevahiya bajêr çalakî qedexe kir. Diyar e çima ev biryar hat girtin. Lê belê tu hêz wê nikaribe me ji çalakiya me dûr bixe. Her cara ku em îradeya xwe tînin ziman hewl didin me bitepisînin. Ji hêz û edaleta me ditirsin. Eşkere ye ku em bi tu awayî paşve gav navêjin. Dema ku îradeya xwe datîbin holê heel didin bitepisînin. Ji hêza me û mafdariya me ditirsin. Em siyaseteke beşdariyê ne û me ev yek carek din bi vê meşê dît. Gel bi çalakî û plansaziya çalakiyan de tên. Enerjiya ku dê sibê derkeve wê di hilbijartinên herêmî de bê dîtin. Bi me re hêvî heye ku bibe hêz."

BANGA BEŞDARIYÊ

Aysel Ayav banga tevlîbûna çalakiyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî.

"Tevî ku me duh êvarê dest bi xebatê kir jî, em difikirin ku wê tevlîbûnek mezin çêbibe. Me ji raya giştî bersivên pir erênî û watedar girt. Ji bo pêşveçûna pêvajoya çalakiyê pêşniyarên xwe kirin. Gelê me ne tenê beşdar e. Girseya gel, di heman demê de mijara vê çalakiyê ye. Sibe li navenda Qoserê, li Qada Azadiyê, em ê bi girseyî li hev bicivin û herin ser sînor. Bi vê wesîleyê em banga xwe ya ji bo tevlîbûnê careke din dubare dikin."