Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkildarî sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî vê yekê, nirxandin kir.
Nirxandinên Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi vî rengî ne:
Di beşê berê de me hewl da ku pergala Îmraliyê ya 25 salî bi gelek aliyan ve bi rengekî giştî bi kurtasî binirxînin. Niha jî em dixwazin giranî bidin ser gelek aliyên berxwedana 25 salan a Rêber Apo ya li dijî pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê. Mirovek çawa dikare 25 sal, çarêkek sedsalê li dijî sîstemeke wiha ya êşkence, tecrîd û qirkirinê li ber xwe bide û li ser çi bingehê dikare li ber xwe bide? Çawa dikare li holeke wiha ya tecrîd û êşkenceyê li ser piyan bimîne? Helbet bersivên van pirsan girîng in. Ev rewşek ku divê baş were fahm kirin e. Ev ne rewşeke wisaye ku her kes dikare bi dest bixe an bike. Ne têkoşîna bi vî rengî, ne pêkan e ku mirov 25 sal ji mirovan dûr, bi tena serê xwe li ser piyan bimîne. Pir kêm mirov encex dikarin bi vî rengî bimînin. Ne tenê jiyan kirin jî, çawa dibe ku mirov weke madî û fîzîkî bike hêza têkoşînê û hêviya hemû mirovahiyê. Bi çi yekê pêkan e? Ev yek rastiya Rêber Apo îfade dike. Ya ku em jê re dibêjin rastî û heqîqeta Rêbertî ev e.
Rêber Apo di Manîfestoya Civaka Demokratîk a bi 5 cildî de û di parêznameyên xwe yên berê de gelek caran li ser jiyana li sîstema Îmraliyê nirxandinan kir. Wî anî ziman ku jiyana li Îmraliyê çawa afirandiye, çawa hilberandiye, li ser çi hatiye avakirin, çawa jiyaye û ev pêşketin çawa afirandiye. Ev nirxandinên pir girîng, watedar û kûr bûn. Di parêznameyan de hemû tezên teorîk ên li ser bingehê guherîna paradîgmayê pir girîng bûn. Lê evane nirxandinên wî yên têkildarî jiyana li Îmraliyê bûn ku wateyek mezintir bi van dida qezenckirin û ji van girîngtir bû. Hestên xwe, pîvanên xwe, têgihiştina jiyanê û nêzîkatiya xwe pir zelal li wê derê danî.
Dema komploya 15’ê Sibatê pêk hat hema hema hêviya her kesî şikest û bawerî winda bûbû. Dihat gotin ku êdî ev yek bi dawî bûye. Rastiya Apo heta li vir e. Gelek kes hebûn ku digotin têkoşîna Rêber Apo heta li vir e. Hema hema her kesî wisa got. Kêm kesan karî ji wê yekê wêdetir bifikirin. Ji xwe di nava tevgerê de, di nava rêxistinê de, di nava partiya me de, di nava gelê me yê welatparêz de, di nava dostên me de, li tevahiya cîhanê jî bi temamî bi vî rengî nirxandin. Gotin êdî ev kar qediya. Wisa jî digotin: 6 meh temenê PKK’ê maye, piştî 6 mehan tiştek bi navê PKK’ê wê li vê cîhanê nemîne, belav bibe û winda bibe. Ev yek nivîsandin û gotin. Rewşenbîr, sîyasetmedar, ez nizanim gelek kesên ku xwe pir zana dihesibînin. Yên ku ji komploya navneteweyî û pirsgirêka Kurd tîmar dibûn, bi vê kêfxweş bûn. Bi gotinên xwe, wan digot qey ew ji vê tengasiyê xilas bûne. Welatparêzên Kurd û dostên Kurdan xemgîn bûn û êş dikêşandin. Gelek kes hebûn ku digotin, wey ma hetanî li vir bû, gelo ma dê dawiya wê wisa ba? Yên ku xembîn bûn, dilorandin û travmayên giran derbas kirin, hebûn. Ji ber ku ev dihat dîtin. Yanî li sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê êdî tiştekî din çênabe. Mirov wê li wir tune bibe, îmha bibe, tiştekî nû ji wir dernakeve. Ji ber vê yekê dîrok ji bo Rêber Apo qediyaye û tiştên bi Rêber Apo re tên kirin jî qediyane. Dema ku rêveberiya me behsa Rêber Apo kir û got em ê xeta Rêber Apo bişopînin, gelek welatparêz û dostan nerazîbûn nîşanî me dan. Mudaxele kirin. Kesên ku wisa digotin hebûn; êdî bes e Rêber Apo. We got Rêber Apo, hinekî li me guhdar bikin. Digotin, êdî serdema Apo qediya, wê şoreşa me çêbibe. Kesên ku hewl dan gelek derfet û saziyên ku bi têkoşîna me hatine afirandin, desteser bikin hebûn.
Baweriya ti kesê nebû ku li sîstema Îmraliyê were jiyîn, têkoşîn were kirin, doza azadiyê were meşandin û pêşketin were bidestxistin. Aqlê ti kesê têra vê yekê nedikir. Êdî bi çavê xeyalperestan li wan kesên ku ev yek digotin, dinêrîn. Bi rastî jî ti kesê bawer nekir. Ji ber ku li gorî sekna mirov a navîn, li sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê jiyan nedibû. Ne têkoşîn kirin, domandina têkoşîna azadiyê, li dijî vê zîhniyet û siyaseta qirker a mêtinger, têkoşîn meşandin li wir çênedibû jî. Lê belê, têkoşîn li wir destpê kir. Hingî ku me got dê şer li vir bidome, henekê xwe bi me dikirin, bertek nîşan didan û hêrs dibûn. Gelek kes hebûn ku digotin dest ji Apo berdin. Evane di arşîvê de hene, belge hene û em tenê bi devkî îfade nakin. Bi rastî jî bêmantiqî jî nebû. Her kesî li xwe dinêrî. Digot, ez nikarim. Di zindanan de bi sedan, bi hezaran girtiyên siyasî hebûn. Ne wek Îmraliyê li girtîgehên ku her cure îmkanên wan hene nikarin tiştekî bikin. Kesê ku mehkûmê sîstema modernîteya kapîtalîst a gerdûnî, Neteweyên Yekbûyî (NY) bû, li deverek wisa îzolekirî ya mîna Îmraliyê dikare çi hilberîne, derfetan bibîne û bixebite?
Tenê Rêber Apo ku xwe dispêre hêz û taybetmendiyên xwe got, “Ez ê li vir têbikoşim.” Ji xwe bawer kir û biryar da. Her wiha bang li tevger û gel kir; got, “şans bidin min, min bişopînin. Di pêvajoya komployê de yekbûna rêveberiya me ya bi Rêberî re gelekî qels bû, gelek qutbûn çêbûn. Di pêvajoya komployê de helwesta wê neyînî bû. Lê helwesta herî girîng jî ew bû ku Rêbertî piştî komployê bi erênî û bi temamî bersiv da vê bangê. Wî anî ziman ku divê qutbûn bi dawî bibe. Dikare bê gotin ku ji bo Rêbertî ti çareyeke din tunebû. Berê hemû rê û rêbazên têkoşînê ceribandibû. Encam ew bir wêderê. Yan dê li wir şer bikira, encam bigirta, di çareseriya pirsgirêka Kurd de serkeftin bi dest bixista, yan jî tiştek nedibû. Rêbertî jî ev yek nirxand û kete nava têkoşînê. Got, “erê”. Ji bo rêveberiya me ti çareyeke din tune bû. Rêber Apo jî anî ziman, “ti çareyeke wan a din nîn e”. Dema ku Rêber Apo her rêbaz bi kar anî û bi sîstema Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê re rû bi rû ma, rêveberiya me yan jî yek ji me, me nedikarî tiştekî bikin. Herî zêde me Rêbertî di asteke hîn paşdetir de Rêbertî dubare kir. Ya herî baş jî, eger me pêkanînên di asta Rêbertiyê de yan jî nêzî wê bikirana, pêşeroja me wê Îmralî ba. Dîsa wê dubarebûn bi serê me hatiba. Ya girîng ne dubarekirina wê ye, lê ya girîng ew e ku gelo em ê ji wê wêdetir biçin. Rêber Apo banga derbaskirina ji wê wêdetir kir, rêveberiya me bawer kir û piştgirî da. Civakê ji Rêbertî bawer dikir. Hevgirtina civakê ya li derdora Rêbertî jî hebû. Li dijî komployê têkoşînek wî hebû. Li dijî komploya 15’ê Sibatê ji aliyê ciwan, jin û hemû kedkarên Kurd ên li çar parçeyan û derveyî welat ve serhildan hate kirin. Berxwedana gel a fedayî ya ku bi dirûşmeya “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin” ji bo parastina Rêbertî pêş xist. Bi vî rengî dilsozî û baweriyeke bi Rêbertî hebû. Vê yekê jî bersiva erê ji banga Rêbertî re anî.
RÊBER APO HÊZA TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ WEKE JIYANA BI WATE PÊNASE KIR
Rêber Apo di esasê xwe de hêza têkoşînê, hêza hilberînê û hêza berxwedanê ya li Îmraliyê jî weke jiyaneke bi wate pênase kir. Got ‘Em jiyanê çawa fam dikin, çawa digirin dest’ divê em li wê binêrin. Ev di cewhera nirxandinên wî yên di paraznameyan de ye. Jiyana bi wate, jiyana watedar. Bi vî awayî mirov jiyana madî ya teng û ji rêzê derbas dike. Tenê hebûn, gerdûn, cîhan, civak, jiyana mirovan weke jiyaneke teng, madî divê neyê dîtin. Bi cewherîkirina manewiyatê, rehenda girîng a jiyana watedar û jiyana manewî ye. Madîbûn bi van taybetmendiyan re dibe xwedî nirxek. Ji ber vê yekê Rêber Apo jiyanê weke hewcedariyek ji rêzê ya madîbûnê nedît, têgihiştineke wisa jî rast nedît.
Digot encama rast a mirovî ku di encama hişmendiya hestyarî û analitik de derkeve holê, divê ne wisa be. Diyar dikir ku heyînên xwedî hişê herî teng dikarin wisa bibînin û bikin. Tê wateya ji jiyana nebat û heywanan derneketine. Eger em jî xwe bi jiyana hişk, teng, madî ve sînordar bikin, eger mirov cureyekî cuda be, yanî wê xala ku ew ji cureyên din cudatir dike diyar bike. Ev xala veqetandinê çi ye? Hêza jiyanê ya watedar, watedayina hêzê, watedayina jiyanê, hêza jiyanê ya manewî, ku bikaribin hîs, raman, cîhana giyan, manevî, moralê geş bikin. Ji bo ku mirov bikaribe bibîne ku mirov bi qasî madî, an jî ji wan jî zêdetir ruhî ye û jiyana civakî ji zewqên ruhî pêk tê û dikare jê kêfê bistîne. Rêber Apo digot ‘Ez çawa lêkolînan dikim? Li ser çi bingehê? Bê guman Rêbertî ji ber ê de xwedî ezmûnek pratîkî ya mezin bû. Xwedî zanîn û ezmûneke dewlemend e ku ji nîveka salên 60’î û vir ve bûyer û geşedanên li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê dişopîne, di her warî de xwe perwerde dike û xwe pêş dixe. Rêbertî diyar kir ku wî ji zarokatiya xwe ve dest bi vî karî kiriye, ji 7 saliya xwe ve jiyana watedar hilbijartiye, her tim jiyana heyî lêpirsîn dike û her tim ji rastbûna wan şik dike. Taybetmendiyên sereke yên Rêber Apo ev bûn.
Ev berhevbûn, serpêhatiya vê têkoşîna mezin, şerê gerîla, têkoşîna partiyê, helbet hişt ku di derbarê gerdûn, ax, jiyana civakî û hebûna mirovan de ramaneke pir kûr û berfireh û têgihiştin tevayî pêş bixe. Ew ji vê yekê qut nebû. Negot, ez li vir ketim, ev dîwar pir qalind in, ji vir derketin nîne, êdî jiyan qediya. Berovajî vê, got ‘li vir jî jiyan tê afirandin.’ Li wir jî xwe dispêre serpêhatiyên xwe jî… Lê çima pergala Îmraliyê derket holê?
Li gorî mînakên ku li cîhanê hene, dema ku têkoşîna partiyê dimeşîne, dema têkoşîna gerîlatiyê ligel têkoşîna sosyalîst dimeşîne, dema têkoşîna rizgariya neteweyî dimeşîne, dema hesab dike ku pirsgirêka neteweyî bi çareseriya netew-dewletê re wê bi ser bikeve, ji bo vê dema çû Romayê û rêbazên çaresriyê yên herî maqûl hebûn, çima encam tecrîd, êşkence û pergala qirkirinê ya Îmraliyê û li wir encam bû. Çi ne rast bû? Çi çareseriyê çênake? Pêdivî ye ku çi nû be? Tişta ku wî bi peregala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê re rû bi rû hişt çibû? Wê çawa derbas bike, wê çawa têk bibe? Van pirsan her tim ji xwe kir, ne tirsiya û ne jî dudil bû ku van pirsan ji xwe bike. Dev ji jiyanê berneda. Berovajî vê, di şert û mercên Îmraliyê de lêpirsîna xwe hîn zêdetir kûr kir. Hêza xwe ya wateyê pêş xist, hêza xwe ya ramanê pêş xist, ramanên nû derxist holê, analîzên nû kir û sentezek nû anî pergalên ramanê yên ku mirovahiyê di dîrokê de pêşxistiye.
Ev xal girîng e. Perspektîfa li ser jiyanê, arasteya jiyanê û desteserkirina jiyanê girîng e. Ji bo pirsên ku em çima dijîn, em bi çi re dijîn û em çawa dijîn? bersivên girîng in. Berê jî di parastina xwe de ev pirs kirin û bersiv dan. Her tim nêzîkatiyên teng, ji rêzê, hişk, materyalîst û madîbûnê yên ku her tim hebûn rexne dikir. Rêbertî têgihiştina wan a jiyanê rexne kir. Bi vekolînên teorîk ên berfireh nîşan da ku jiyan tenê ne bi wê ve girêdayî ne.
Ev hêz xala sereke bû ku Rêber Apo 25 salan di pergala ku jê re digot tabûta Îmraliyê de zindî hişt, ewqas berhemdar kir, kir ku tişta ku ti kes nikare bike li wir bike, heta tiştên dema ku li derveyê Îmraliyê bû nedikarî bike, li wir kir. Divê em bi vî awayî îfade bikin.
HELWESTA RÊBER APO YA LI HEMBERÎ KOMPLOYÊ
Helwesta Rêber Apo ya li hemberî komployê çawa bû? Ev yek diyar kir. Dema ku di 15'ê Sibatê de li Kenyayê bi hîleyê ket destê kontrgerîlayan ev tişt nirxand. Pêşîn, "Min bi tevahî bertek nîşan da. Saetek, saetek û nîv. Min bersiva tu pirsan neda. Difikirîm ku her tişt red bikim, bikevim nava berxwedaneke qebe. Piştre min biryar da.”
Rêbertî digot, “Wê demê min hizir kir ku di rewşeke wiha de ya ku komploger dixwazin ev e ji xwe, dixwazin min tine bikin. Her wiha naxwaze kes bizane ka ez çawa wenda bûme jî. Îcar ger ez vê helwesta xwe berdewam bikim, wê armanca wan pêk were û serkeftî bin. Wê demê ne pêkan bû ku ev komplo têk biçe, bê ronîkirin û hayê mirovahiyê jî jê çêbiba. Dûre ez fikirîm ku ev helwest dê firsendê bide komplogeran. Piştî wê min dev ji wê helwestê berda. Min helwestek nû pejirand. Min got ez ê şer bikim û min dest bi vî şerî kir. Ez berdewam dikim."
Di vir de ferqek heye; Ew helwesta yekem an du saetan xwe dispêre çi? Ew xwe dispêre bertekê. Ya din xwe dispêre çi? Li ser hêza hişê afirîner, li ser pirsa kûr, nirxandin û afirandina hêza wateyê ye. Yek ber bi berxwedanek qebe ve, ya din ber bi encamgiriyê ve, şerkeriyê ve dibe. Yek ji wan tê wateya êrîşa eniyê. Ya din; Paşê bi nav kir stratejî û şêwaza têkoşîna li dijî sîstemê ya ji nava sîstemê. Bi wê guhertina helwestê re Rêbertî guhertineke bingehîn a şêwazê, guhertineke stratejîk kir. Li dijî komploya navneteweyî di nava komployê de têbikoşin. Ev girîng in. Bi vê şêwazê têkoşîn kir.
Pêvajoyên berî wê jî hebû wek nimûne, Yewnanîstanê Rêbertî vexwendibû. Qebûl nekirin. Rêbertî bi bertek tevnegerî û venegeriya. Wî hewl da ku sedem lêkolîn bike. Wî dixwest rêya ku derketiye berdewam bike. Rêber Apo her tim xwedî helwesteke wiha ya lêpirsînê ye. Gelek lêpirsîn dike, di hundirê xwe de nîqaşên wê dike û bi kesên derdora xwe re jî nîqaş dike. Kesên ku wî nas nakin jî carinan difikirin ku ew nikare biryarê bide, ew difikirin ku ew bêbiryar e. Wî bi xwe jî şêwaza xwe dema dest bi karekî kir, anî ziman. Digot ‘çawa dibe ku ew mîna destpêkek bêhêz be, lê bi serfirazî bi dawî bibe. Ji ber vê yekê ji sekna Rêbertî ya berê, ti kes nikare gelek rastiyan fam bike. Mirov di naskirina Rêbertî de pêşîn tê xapandin. Ev gelek caran çêdibe. Ev yek di kesên li dora wî de jî xuya dikir. Ji xwe digot, ‘dema her kes ji dur ve bi awayekî seranser û teng li min dinêrîn, min fêm kir ku xwe dixapînin.’ Rêbertî bi vî awayî lêhûrbûn û lêpirsîn dikir, lê parve dikir, tiştek şêlo bima nebû. Ew li cihekî digihîje biryarekê. Rêbertî dema ku digihîje biryarekê, ew kes bû ku heta dawiyê dimeşîne. Ew her gav ne dudil û ne jî bêbiryar bû. Dema astengî û zehmetî derdiket pêşiya wî, ne ew e kes bû ku dibêje ‘ev bûne asteng, zehmetî bû, ez ê dev jê berdim.’ Ji ber vê yekê, li şûna ku wek nimûne ji Yewnanîstanê vegere, li cihên nû geriya. Dema ku fersend peyda bû, plan kir ku here Rûsyayê.
Niha helwesta wî ya li hemberî 15'ê Sibatê, helwesta wî ya li hemberî komployê, rewşa wî ya di pêvajoya dadgehê de gelekî girîng e. Dema ku ew yekem car derket pêşberî dadgehê ji ber helwesta wî her kes şaş mabû. Dema parêzerên ewil çûn û bi Rêbertî re axivîn, piraniya wan matmayî man. Heta hewl dan rê nîşanî Rêbertî bikin. Dema helwesta wî ya li dadgehê hat dîtin, gelek kes bêhêvî bûn. Gelek ji wan tinazê xwe kirin. Kesên digotin êdî dev ji têkoşîn û berxwedanê hatiye berdan hebûn û wisa difikirîn. Gelek kes jî derketin lêborîn xwestin. Helwestên tên xwestin raber kirin. Ne wilo, wiha. Dibêjin PKK’ê rêxistineke terorîste, ev bertekek gelekî qebeye. Hemûyan difikirîn ku wê her kesî bidin ber xwe û êrîş bikin. Gelek kes ecêbmayî man dema rastî kesekî bi gotin û kirinan hatin ku her tişt bi hemû pîvanan dinirxand û bersiva wan da. Hemû jî di bin bandora wê bingehê de bûn. Helwestek bi vî rengî li hemberî komployekê bi hêsanî nedihat nîşandan.
Ji bo têkoşîna Îmraliyê min behs kir. Hêviya kesî jî wisa nebû. Gelek dostên me hebûn, ji ber em Rêbertî dişopînin, ji me dût ketin û hêviya xwe qut kirin. Kesên heyfa xwe tanîn hebûn. Digotin guneh e. Ewqas xwîn hat rijandin. Hin kes hebûn digotin derfet derketiye ji bo hun bikar bînin, hêj hûn didin ser şopa Apo dixwazin wî tine bikin me sûcdar dikirin. Rêber Apo di pêvajoya piştî darizandinê de ev tişt gotin. Bi rêya parêzeran peyamek wiha şandibû. Gotibû ‘Cihê hestyarî û bertekê nîne. Min jî gelek hestan jiya, lê divê em vê yekê bişkînin. Em ê ji serî heta binî xwe bipirsin, em ê kiryarên xwe bipirsin. Me li ku xeletî kir, li ku derê rast bû, çima ev encam derket? Em çawa dikarin vê derbas bikin? Em ê li bersiva van pirsan bigerin. Ji ber vê jî divê kes bi bertek, hest û dilşewatî nêzî pêvajoyê nebe. Ez ji xwe dipirsim. Ji bo ku ji niha û pê ve em bi ser bikevin divê hemû hevrêyên me jî heman tiştî bikin.” Rêbertî bi rastî karî wê hestiyariya xwe derbas bike. Rêbertî piştre di parastinê de ev yek wekî rêxistina hestan nirxand. Di vekolînên xwe de jî wiha gotiye: Rêxistinkirina hestan. Wê demê pêşketineke mezin çêdike û têkoşîn derdixe holê. Lê bi hestyarîya teng tevdigerin hêza mirov a heyî jî dikişîne. Bi bertek nêzbûn diqedîne her tiştî.’ Li ser vê bingehê lêpirsîn pêşxist. Hêviya kesî tunebû ku bi têkoşîneke wiha darvekirin bê rawestandin. Lê Rêbertî li ser divê çi bê kirin lêkolîn kir, fikirî, pirs kir, ji parêzeran pirsî û heta li benda pêşniyarên rêxistin û gel sekinî. Rê û rêbazên guncaw dîtin. Nirxandinan pêş xist, hêza ramanê pêş xist. Bi kûrahiya asta dewleta Tirk a di komployê de nirxand, hêza pêkanîna darvekirinê, dewleta Tirk bû. Mînak bandor li civak û dewletê kir. Bi kêmanî di vê astê de bandorek çêkir. Hemû hêzên dewletparêz darvekirina Rêber Apo ji siyaseta redkirina Îmraliyê ji bo xwe xetertir û zerardartir dîtin. Hêzên dewletê gotin ‘ev yek wê nakokî derîne û zirarê bide me. Ger em wî di pergala Îmraliyê de bigirin ew ê birize û wê ti bandora wî namîne.’ Hesab kirin ku wê hinek dem bigire, lê ew ê ji bo wan zêde zirarê neke. Li ser vê bingehê şêwazek wisa pêş xistin. Derket holê ku ew hatin xapandin. Nikarîbûn rastiya Rêbertiyê tam binirxînin. Rêveberên Tirk ji vê yekê bawer kirin. Her tim vê yekê dubare dikirin. Digotin ‘Ya rastî ne tiştekî bi navê Apo û ne jî PKK’ê heye. Hemî lîstikên derve ne, carinan lîstikên CIA an lîstikên MOSSAD.’ Çepgir digotin ‘emperyalîst vê yekê dikin. Rastgiran jî digotin, nizam kîjan hêz vê yekê dikin. Her kes bi aliyekî ve girêdida. Ji ber ku xwedî zihniyeteke nîjadperest, şovenîst û neteweperest bûn. Wan kurdan kêm û qels didît. Digotin Kurd nikarin vê bikin, Kurdek nikare bibe xwedî fikir û tevgereke wisa. Loma jî dibêjin ev ne ya kurdan e, Apo bi xwe van tiştan nake, yên din dikin an didin kirin. Di nav xwe de bi vî rengî nîqaşan dikin. Ya ku wan bawer dikir ev bû. Tişta ku wan îfade dikir ev bû. Her tim jî rastiya Rêbertiyê bi vî rengî nirxandibûn.
Dema li daneyên heyî nihêrîn, ji xwe re hinek rastî dîtin. Lê divê em çawa bibêjin? Cûdahî ferqa Rêber Apo bû. Zîhniyeta Rêber Apo, nêzîkatiya li bûyeran, rêbaz, şêwaz, şêwaza bûyer girtina dest, pergala wî ya xebatê, dîsîplîn, têgihîştina jiyanê, baweriya bi serkeftinê, azweriya azadiyê û jiyana Kurdewarî tiştên din afirand. Wî her kes matmayî kir. Herkesî wek xwe an jî wek mirovekî normal, mirovekî navîn nirxand. Lê êdî li pêşberî wan êdî ne mirovek di asta navîn de, ji wêdetir jîrek hebû. Bê guman divê ev bê dîtin. Bi rastî jî rastiyeke mirovê ku ji jiyana bi vî rengî ya madî, seranser derbas kiribû hebû û bi hêza wateyê dikarîbû bijî. Vê rastiyê her kes şaş kir.
FORMULASYONA KURDISTANA AZAD Û ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎK
Rêber Apo hewl da ku parêznameyên xwe yên destpêkê weke feraseta şaristaniya demokratîk pêş bixe. Di parêznameya xwe ya bi sernava “Ji Dewleta Rahîb a Sumeran Ber bi Şaristaniya Demokratîk” de analîzên xwe yên destpêkê ya giştî li ser sîstema ramanê kiriye. Di rastiyê de ev pênaseya şaristaniya demokratîk li gorî paradîgmaya dewletparêz bû. Li wir şaristaniya demokratîk pênase kir û çareseriya demokratîk li wir anî rojevê. Ewropa weke baskê rast ê şaristaniya demokratîk nirxand. Di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku çepgiriya şaristaniya demokratîk a li ser bingeha Kurdan li Rojhilata Navîn dikare were pêşxistin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk were û li ser vê bingehê li çar parçeyên Kurdistanê bernameyeke çareseriya demokratîk danî holê. Rojhilata Navîn a Demokratîk bi formulasyona siyasî ya Kurdistana Azad bernameyeke nû ya çareseriya pirsgirêka Kurd derxist holê.
Lê ev yek bi vî rengî nirxand, lê weke çareseriyeke siyasî dît, tam zelal nebû. Cuhahiya wê ji ya berê zêde nebû. Ji ber vê yekê pir ne diyar bû ku sîstema Îmraliyê têk bibe yan jî têk nebe. Tevî vê yekê jî, armanca hikûmeta Ecevît ya ku qaşo pirsgirêka Kurd li ser esasê mafên şexsî çareser bike, demokratîkbûna Tirkiyeyê pêş bixe û têkoşîna Îmraliyê bi ser bikeve, pûç kir. Desthilatdariya Ecevît têk bir, ev nêzîkatiya pêşxistina çepgirên şaristaniya demokratîk li Rojhilata Navîn bi nêzîkatiya çareseriya şaristaniya demokratîk û çareseriya Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana Azad bû. Lê ne diyar bû ku dê li vir tişta paradîgmayê çawa be û ev rewş weke krîzeke îdeolojîk nirxand. Depresyona fikrî. Dema ku ew qas analîz dikir û bernameyeke çareseriya siyasî derdixist pêş, dema mijar dihat partiyê got; Em depresyona îdeolojîk dijîn. Tevahiya tevgera azadiyê di nava depresyona îdeolojîk de ye. Ji ber vê yekê PKK bi vê îdeolojiyê nikare hebe. Heta niha bi sîstemeke bîrdozî bû, dawî lê hat. Nikare bi vê depresyonê berdewam bike. Wê demê PKK qediya, lazim e navê xwe biguherîne û dawî lê bîne. Em ê yan biqedînin yan jî vê depresyonê çareser bikin. Çêkera wî ya fikrî çû asteke wiha. Wî bi lêhêrbûnê çi kir? Depresyon çareser kir. Li vir ew çawa çareser kir, bi guhertina paradîgmayê çareser kir. Di navbera armanc û amûrê de ahengek peyda kir. Cewhera guhertina paradîgmayê jî ew e. Armanc afirandina civakeke azad, wekhev, demokratîk, hevpar û avakirina jiyanê ye. Amûr hêz û dewlet e. Îcar desthilatdarî û dewlet çi ne? Amûra zext, mêtingerî û zilmê ye. Ma qet azadî, wekhevî û demokrasî bi zext, mêtingerî û zilmê dibe? Nedibû. Ew amûr ne li gorî wê armancê bû. Wî di esasê xwe de perçebûna sosyalîzma reel girêdabû vê yekê. Heta wê demê lêpirsîn dikir, ji gelek aliyan ve rexne dikir. Wî li vir encameke krîtîk a tevahî derxist û girêdayî vir kir. Weke dîrokî jî, encamên ku hemû tevgerên azadiyê di dîrokê de jiyabûn, bi vê yekê bi wate kir. Ji ber vê yekê, ahengek di navbera amûr û armancê de pêwîst e. Desthilatdarî, sosyalîzm, desthilatdarî û dewlet nikarin bi hev re bin. Azadî, wekhevî, parvekirin bi dewlet û desthilatdariyê nabe. Amûrek nû lazim e. Çima? Ev yek jî weke rêveberiya demokratîk pênase kir. Weke rêveberiya xweser a civakê pênase kir. Lê belê li ser esasê guhertineke wisa paradîgma, zîhniyeteke nû, çarçoveyeke nû ya teorîk, xeteke nû ya îdeolojîk a siyasî, bername, stratejî û taktîkên nû li ser bingehê amûreke wiha ya azad, wekhev û hevpar derdikeve holê. Konfederalîzma demokratîk dewsa dewletê, dikeve şûna dewleta netewe, dema çareseriya neteweya demokratîk hate formulekirin, wê demê xeteke nû ya bîrdozî û bernameyeke nû ya çareseriya siyasî derket holê. Bi vî rengî avakirina PKK’ê ya ji nû ve anî rojevê. Wî ne tenê nav nû kir. Wî PKK li ser esasê paradîgmayeke radîkal veguherand. Bi rexne û rexnedayîneke kûr nû kir. Vana hemûyan di Rêber Apo de hêzek mezin, em bêjin hêza jiyanê, wate hêz, coş û kelecan derxist holê. Mesele got, ji fikirîna tiştên nû kêf standin. Got, bi hêza fikirîna manewî, razîbûn. Hin kes gava ku tiştên xweş bixwin, tiştên xweş li xwe bikin û li hawîrdorên xweş bin, kêfxweş û têr dibin. Ji bo min, eger ez tiştên xweş bifikirim û hêza wateyek kûr bidest bixim, ez kêfxweş, bextewar û razî dibim. Wî bandora manewî ya li ser mirovan nirxand û eşkere kir ku çawa guheztina paradîgmayê hêzek mezin a moral, kelecan û hêza jiyanê dide. Ev bû hêza berxwedanê. Li ser van esasan li ber xwe da. Em hay ji xwe hebin, wî îmhayê şikand, îdamê xera kir. Siyaseta redkirinê ya Ecevît pûç kir. Bi guhertina paradîgmayê çareseriya Îslamî ya Tayyîp Erdoğan pûç kir. Ji ber ku komploya navneteweyî li pey hev gelek planên êrîşan pûç kirin, vê rewşê hêz, moral, hêvî, bawerî û îrade xurt kir. Hêza berxwedanê bi vî rengî pêş xist û dît.
ÎMRALÎ QADA HERÎ GIRAN A DIJMINATIYA LI KURDAN E
Bi vî rengî derdorên takekesî li hemberî vê êrîş û zextê li ber xwe dan. Divê ew bi vî rengî were fêmkirin. Eger ku nekarîbûya hêzeke berxwedanê ya ewqas mezin derbixista holê, wê nikarîba li ber xwe bide. Hûn ê niha çawa li ber xwe bidin? Bifikirin, hûn di nav derdorek a yên ku di her kêliya 25 salan de weke dijmin li we dinêrin de ne. Hûn ji hêla wan ve hatine dorpêç kirin. Hûn her roj, her kêlî li wan dinêrin û dibînin. Hûn tenê wan dibihîzin. Ew jiyana we ya madî jî tedarîk dikin. Her tişt, derdor bi xwe zexteke mezin e, êrîş e. Li ser te, li ser giyanê te, li ser hestê te, li ser ramana te, li ser jiyana te. Ez jî li Almanyayê 6 mehan di hucreya yek kesî de mam. Li vir jî zext hebûn. Ez nikarim bibêjim ku ez fêm dikim. Avantajên me yên wisa hebûn. Mesela, me nizanîbû kesên li pêşberî me çiqasî dijminatiyê dikin. Min fêhm nedikir çi digotin. Wan çi got min fêm nekir. Dema ku ez asê dibûm, çi dihat bîra min min digot. Çi digotin? Ji ber ku min jê fêm nekir zêde bandor li min nekir. Em ji tevgera wan aciz bûn. Neheqiya dozê bandor li civakê kir. Ew ji kesek bi kesek cûda cûda bû, ne her kes bi heman rengî tevgeriya. Ji ber ku gav bi gav diyar bû ku ev doz dozek vala û çêkirî ye, helwesta derdorên we jî guherî. Beriya her tiştî ji bo parastina dewletê me weke terorîst bi nav dikirin. Lê paşê nêrîna wan guherî.
Niha Îmralî bi vî rengî ye? Mirov nikare li ser ve jî bibe. Ewqas qadeke nîjadperest, şoven, mîlîyetparêz û dijminê Kurdan e. Îmralî qada herî giran a dijminatiya li Kurdan e. Bi qasî Îmraliyê cihekî dijminê Kurdan nîn e. Ev mejî û siyaseta qirker mêtinger dixwaze Kurdistanê li Kurdan bike cihê mirinê. Lê belê cihê ku ev yek kêlî bi kêlî lê tê meşandin Îmrali ye. Li holek wisa di nava 25 salan de, mirov çawa dikare li ber xwe bide. Em baş binirxînin. Ne salek, ne 5 sal. Her kêlî û her saniyeya 25 salan. Yên sîstema Îmraliyê afirandin, çi gotin? Çima dihat gotin ku nehatiye îdamkirin. Yên ew yek kirin, gotin ku îdam carekê dikuje, yên li wir wê her roj bimirin. Gotin ku me sîstemek wisa afirand ku wê her roj bimirin û wê li mirinê bigerin. Teqez e ku qadeke wiha afirandine. Divê mirov sîstema Îmraliyê û qada wê wisa binirxîne.
RÊBER APO BI HÊZA MANEWÎ XWE LI SER PIYAN GIRT
Êşkence heye. 1982’yan derbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê di Zindana Amedê de êşkence kir. Aliyên wê yên derûnî pir bûn lê êşkenceyeke qeba bû. Berteka li dijî êşkenceya qeba jî qeba bû. Êşkenceya herî bi kûrahî, bi tevahî, sîstematîk, bi rêbazên êşkenceya derûnî ya şerê taybet tije, êşkenceya derûnî ku li mirov tê kirin li Îmraliyê çê dibe. Mirov çawa bikare li ber cihekê wiha yê eşkenceyê li ber xwe bide? Bi madiyeteke teng û tiştekê takekesî mirov nikare li ber xwe bide. Encax bi famkirina ji van, derxistina ji hev, bi têkbirina van di ruh û hest û hizirên xwe de bi reftarên xwe bikarî li ber xwe bidî. Rêber Apo bi guherîna paradîgmayê pergal bi tevahî têk bir, pergala xwest wî bidarizîne, darizand, mehkûm kir û yên li dora wê jî mehkûm kirin. Li dijî her reftara wan karî xwe ji pêyan bihêle. Her gotin û helwesta wan bi mane kir û maneyên bikare xwe ji pêyan bihêle bi pêş ve birin. Bi hêza manewî ji pêyan ma. Ne ew bûya wê rê li ber şerê ezezîtiyê vebibûya. Tiştekê wiha nîn e.
Derewan dikin, cezayên ku didin ne ji ber bêdîsîplîniyê ne. Tiştekê wiha li Îmraliyê nîn e. Di şexsê Rêber Apo de tiştekê wiha nabe. 25 sal qediyan, bi hiqûqî divê serbest bê berdan. DMME’yê dest tê werda, got wê ‘mafê hêviyê’ hebe. Darizandin ji nû ve bê kirin. Li gor hiqûqa Ewropayê dibê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Êdî nikarin wî li Îmraliyê girtî bihêlin. Man 4 meh. Ji bo pûçkirinê van hemû tiştan li hev tînin. Cezayên nû didin ku bikarin di girtîgehê de bihêlin. Tu îzeheke vê wekî din nîn e. Tu eleqeya xwe bi rastiyê re nîn e, tu bawerî pê nayê. Bi sûcên dîsîplînê nabe ku li Îmraliyê bên ragirtin. Nabe ku 25 salan bimîne. Ev bi çi çê bû? Bi jiyaneke watedar, hilberîna fikiran û bi hêza xwe ya ku karî bersivên têr baş bide, çê bû. Hevalên hene ku çûn Îmraliyê û hatin. Hin tişt di çapemeniyê de dertên. Behsa çavdêrî û bibîranînên xwe dikin, em dixwînin. Nirxandin pir balkêş in. Dibêjin li Akademiya Mahsûm Korkmaz çawa jiyabe, li Îmraliyê jî wisa dijî Rêber Apo. Cihekê wiha ji xwe re kiriye rewşeke wisa. Bo mînak; heval Mehmet Saît. Hevalek e ku perwerde li Akademiya Mahsûm Korkamz dîtiye. Çû, li wir dît. Digot ku Îmrali jî kiriye Akademiya Mahsûm Korkmaz. Dibe ku cihekê mîna Îmraliyê ku biryargeha navendî ya feraset û siyaseta mêtinger û qirker e bibe wek Akademiya Mahsûm Korkmaz. Lê ji bo jiyan û pergala xebatê ya Rêber Apo wisa ye. Çi jî bikin, çi li ber bikin astengî, çi zextan bikin jî va ye Rêber Apo vê nîşan dide. Pênûs û kaxezan dijimêrin û didin. Pirê caran nedane.
Zêde bi hêrs û bertek in. 25 sal in ku ewqas bûyer qewimîn. Bandor wan li ser Îmraliyê çê dibû. Li Tirkiyeyê derbe çê bû. Ne diyar e ku çi ye. Wê bandora van herî pir li Îmraliyê bibe. Rêber Apo çawa karî ji heqê van hemûyan derbikeve. Bi hêza manewî û nirxandinê. Bi cudabûna xwe ji mirovên li hemberê xwe û bi avakirina alternatîfekê pêk anî. Ew ji hev derxistin, bi hêza xwe ji wan derbas kir. Ji wan derbas nekir ya jî ji wan qelstir bûya wê nekariya li ber xwe bidaya.
Gotin tecrîd. Pergalê di vê de xeletî kir. Em ê wî wiha îzole, di cihekî de bi tenê ragirin. Gotin qey bi tenê bimîne nikare tiştekî bike. Qey şaşiya herî mezin ku wan kir ev bû. Rêber Apo gelek caran gotiye, tim behsa tenêtiyê kiriye. Têkiliyên wî yên mirovî gelek bûn lê Rêber Apo 24 saetan têkiliyekê çawalêhato bi kesan danetanî, suhbeta beredayî nedikir. Eger ku wê hin pirsgirêk çareser bikirana, niqaş û perwerde bikira têkilî datanî. Li wir bi xwe re mijûl bû, bi perwerdehî û xebata xwe re mijûl dibû. Mayîna wî li cihekê wisa ne tu pirsgirêk bû. Wan got qey wî tenê bihêlin, wê pir aciz bibe, bikeve tengasiyê. Lê ew hînbûyî bû. Tim wisa dima û dijiya. Wê bi vî awayî ji bîr bike ku têkiliyê bi kesan re deyne, biaxive. Diketin wê hewilê ku wisa bibe. Lê wî xwend, lê kola û fikirî. Rêber Apo ne bi xwendina pirtûkan lê bi xwendina jiyanê fikiran hildiberîne. Jiyan û awayê wî yê têkoşînê wisa ye.
NEKARÎN RÊBER APO JI GEL Û TEVGERÊ VEQETÎNIN
Aliyên hestî û derûnî hene. Çawa ji heqê aliyê hestî û derûnî derdikeve? Bi hilberîna fikirî û hêza manewî û tecrûbeya jiyanî ji heq derdikeve. Ne fîzîkî lê bi manewî têkiliya xwe bi gel û tevgerê heye, bi vê ji heqê derdikeve. Tu car nekarî veqetînin. 25 sala Rêber Apo xistin nav pergala êşkenceyê ya Îmraliyê lê nekarî wî ji jiyana ji der ve biqetînin. Nekarî ji gel û tevger û mirovahiyê biqetînin. Tu derfet nedidan. Ji bo zanîna wî kêm be, tidarek kirin. Bi zanîna herî piçûk, hêza xwe nirxandina bi berferehî zêde kir. Negot ku têr baş agahî nîn in, ji lew ma ez ê tê negihîjim, nekarim bifikirim, nizanim çi diqewime. Ji her kesî baştir zanî.
Niha her kes dibêje bila tecrîda li ser Îmraliyê rabibe, Rêber Apo gotinekê bibêje û em rêya çareserkirina pirsgirêkan bibînin. Kurd, jin û ciwan, sosyalîst û şoreşgerên Tirkiyeyê vê dibêjin. Rewşenbîrên cîhanê, siyasetmedar û hunermend dibêjin. Her kesê pirtûk û parêznameyên Rêbertiyê xwendine/dixwîne, bûye xwedan zanîn di der heqê Rêbertiyê de, ji bo hêza wan a manewî zêde bibbe, dixwazin nirxandin û fikirên nû yên Rêber Apo bibihîzin, bizanin. Ji wê boneyê bi têkoşîna xwe li Rêber Apo dibin xwedî. Yên ji der ve zêde bi rolê xwe ranabin.Têkoşîna kûreyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi bandora fikirên Rêber Apo çê dibe. Her kesê ev fikir nas kirine, tê de berjewendiya xwe dibîne, başî û xweşikahiya xwe dibîne û ji bo bêhtir bibihîze, dixwazin ku Rêber Apo pir biaxive û binivîse, bi Rêber Apo re dibe piştgir lê dibe xwedî. Aliyekê xwe yê wiha heye. Pergala xwe ya fikirî di vê astê de bandorbar e. Ev çi ye? Ev, têkiliya Rêber Apo bi gel, jin û Kurdan re ye. Jixwe ev got, mirov dikare baştir binirxîne. Min rewşa gelê Kurd bi kesayeta xwe re nekira yek, wê ev fikir û kirin ji min çênebûna. Min ê nekariya ewqas geşedan pêk bi anîna. Ev asta hizirî û fikirî ye. Nîşane ye ku bi kesayeta xwe çiqas bûye yekê ji nav gel, bûye neteweyî û bi hebûna jiyana azad re bûye yek. Ew bi vê ji heqê hestewariyê derdikeve. Pirsgirêkan dibîne, fam dike jê, çareser dike, rêyên çareseriyê nîşan dide û ji heqê zext û zorahiyan derdikeve.
Bi fîzîkî zehmetî hene. Rêber Apo got, ez bi fîzîkî xurt im. Rast e. Bi fîzîkî xurt e. 25 sal in li dijî pergala tercîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û ewqas zextan li ser pêyan e; ji vê diyar e ku çi hêzeke xwe ya zêde heye. A nebaş ev e. Ev der girav e. Hewa behrê bi kam e. Pêyên wî kam girtibûn, qelş lê ketibûn, derman dikirin. Paşê ji sînuzîtê emeliyat bû. Vê hewaya bi hêmî zirar dida. Hewa heşk ji bo tenduristiya wî baş bû. Giraveke li nava behrê, rewşa hewayê ya herî ne xweş e. Hewa bi hêmî ye. Li ber wê jî li ber xwe da. Tişta bi fîzîkî herî pir zor lê tê ev e. Ew hewa bi fîzîkî qet bi keys e. Bi zanebûn hilbijartin em nizanin. Sedemên cuda hene. Dîrokeke Îmraliyê heye. Ew jî hat diyarkirin. Girav berê jî ji bo mixelefan hatiye bikaranîn.
Navenda kontgerîla û Gladyoya Super a li dijî rêberên şoreşger û mixelefên mezin e. Li dijî wan hatiye bikaranîn. Rêber Apo ku di bin Pergala Îmraliyê de ye, cihekê wiha hatiye bikaranîn dibe ku ji ber rewşa tenduristiyê be. Dibe ku ev der bi zanebûn hilbijartibin. Eger wisa be jî Rêber Apo bi hêza xwe ya manewî li ber xwe da. Cih û hewaya herî nexweş karî pûç bike. Bi fîzîkî jî li ber xwe dide. Biyolojîk û fîzîkî tişt hene. Nabe ku mirov bibêje hemû ji hêza fikirî û manewiyatê ne lê divê mirov bi bandora wan a li ser hêza fîzîkî jî bizanin. Rêber Apo karî van bike yek û pir baş bi kar bîne.
HÊZA RÊBER APO HEYE KU HER TIM XWE NÛ BIKE
Weke encam; Rêber Apo got. Ne ji pergala Îmraliyê bûya, dibû ku nekariya çêbûna sêyemîn a rêbertiyê pêk bianiya. Wek ku bibêje pergala Îmraliyê ewqas bi kêrî me hat. Cihê çêbûnên nû yên bi zext û zor. Cihê çêbûna rêbertiyê ya sêyemîn. Lê ev nayê wê wateyê ku di her rewşa zor de ji nû ve jiyîn çê dibe. Dibe ku bi zorahiyê tişte heye jî biqede. Vejîn bi cewherê nû yê li wê derê ye, bi tovê nû ye ku zîl bide. Rastiyeke wiha ya Rêber Apo heye ku xwe dikare nû bike. Hêza wî ya berxwedanê ji xwenûkirinê tê. Digot; ‘her roj kirina dest bi tiştên nû’. Xwe ji wê feraseta heşk a dogmatîkî ya dubareker rizgar kiriye. Hunermendekê rastîn e ku tim tiştên nû dibîne, çê dike, her roj ji nû ve dest pê dike, yekê afirîner e. Bi vê afirînerî û destpêkirina ji nû ve dikare li ber her neyînî û zextê li ber xwe bide. Girêdayîbûna wî bi rêxistin û gel ve, bawerî û hêza wî. Hêza wî pir ji wê tê. Hevalan ku digot: ‘’Em girêdayê Rêbertiyê ne.’’ Wî digot: ‘’Ew cihê niqaşê ye.’’ ‘’Hûn girêdayê min in ya ez bi we ve girêdayî me. Ev mijarek e ku divê mirov baş jê fam bike. Hûn bi hebûna xwe qels in. Hûn esas girêdayîbûna min bibînin, fam bikin ku çiqas kûr e.’’ Ev bawerî, baweriya bi vê hêzê pir e.
Ên got wê bi van di nava 25 salan Rêber Apo bi pergala Îmraliyê bêbandor bikin û PKK’ê ji holê rabikin, şaş bûn. Rêber Apo, rêbertiya xwe bi 25 salan di nav pergala Îmraliyê de, bi serkeftin kir. Ne bi tenê rêbertiya PKK’ê, rêbertiya Kurdan, di serî jin û ciwan xwe kir rêbertiya hemû bindestan. Çimkî rêya çareseriyê ji bo pirsgirêkên desthilatdariyê û pergala dewletê bûne sedem, dît û rêya çareseriyê û xelasiyê nîşan da. Di nava pergala tecrîdê û êşkenceyê ya Îmraliyê de yên xwest Rêbertiyê biqedînin, rû bi rûyê rewşeke wiha bûn. Ji nava pergaleke ku bi vê daxwaza hat çêkirin, Rêber Apo vejîneke bêhevta çê kir. Ev bi çi çê bû? Bi bîr û bawerî û hezkirina ji jiyanê çê bû. Wî dikarî wiha bigota, tiştê min kiriye bes e, bes e ku ez xebitîm, êdî ketime vê derê jî. Zext bi her awayî heye. Hêj çi min dixwazin, bila hinekên din bikin. Yên biderfet bila bikin, bila ev bikin. Negot. Xwe ji her kesî bêhtir berpirsyar dît. Di rewşa herî zor û kêmderfet de, negot ez nikarim bikim. Hêza xwe di ber mirovahiyê de bi kar anî. Ji bo bindestan, ji bo azadiyê bi kar anî. Hîç ezezîtî nekir di vî warî de. Nesekinî, bi derfetên kêm bi şev û roj gelek xebitî û hêza xwe ya fikirî û zanîna xwe da mirovahiyê û bindestan, bi wan re par kir û rêya xelasiyê nîşanê wan da.
Di nava pergala êşkence û tecrîdê de ewqas xizmet ji bo mirovahiyê kir. Famkirina ji vê berxwedana Rêber Apo, derketina xwedî li Rêber Apo, rabûna li ber pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, têkoşîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ne tiştekê zêde ye ku mirov dike. Rêber Apo têr û sertêra wê daye me. Ev deyn e ku em didin. Bi kirinên xwe em deynê xwe çiqas didin, cihê niqaşê ye, kêm e. Yê di wan şertan de jî xizmet ji bo hemû mirovahiyê kir, Rêber Apo bû. Nexwe divê mirov bergîdana vê xizmetê bide. Divê mirov bizane deyn bide. Divê mirov ji rastiya Îmraliyê baş fam bike. Divê em bi giringî û wateya berxwedana di nava pergala Îmraliyê de baş bizanin. Vejîna sêyemîn a rêbertiyê, bi wateya xizmeta Rêber Apo di wan şertan de kiriye, baş bizanin. Heger bi vî awayî be mirov wê ji berxwedanê rast fam bike, bi erk û berpirsyariya xwe ku dikeve ser milên mirov bizane lê bibe xwedî. Hezkirina di vî warî de gelek e. Kurd, jin û ciwan baş dizanin, lê dibin xwedî. Dibînin ku wateya Rêber Apo ji wan çi ye. Li Tirkiyeyê hin derdor di vî warî geşe bi xwe didin. Li Rojhilata Navîn, li cîhanê rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend; derdoreke ji vê rastiyê fam bike heye. Ev her ku diçe berbelav dibe. Ev gelek giring e.
Hin derdor jî di bin bandora propagandaya şoven a nijadperest, bîrewerî û siyaseta qirker û mêtinger de ne. Li Tirkiyeyê yên wisa gelek in. Di nav çînên serwer ên Kurdan de gelek in. Dijminên Rêber Apo û PKK’ê yên sondxwarî hene ku em wan nas dikin. 50 sal in li dijî Rêbertiyê tê dikoşin. Rêbertî 25 sal in li Îmraliyê ji bo Kurdîtiyê ji pêyan bihêle her tiştê xwe dide. Hêj jî êrîşan dikin. Ev êdî ji nirxên exlaqî derbas dibin. Li Tirkiyeyê bi rastî jî bandora feraset û siyaseta nijadperest, qirker gelek e. Bi ruh, hizir û fikir û reftarên xwe hemû wiha ne. Pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê wiha ji pêyan digirin. Naxwazin civak li dijî wê derkevin. Bi propagandayên wiha nîjadperest, şovenîst mejî dişun. Ji ber ku civaka Tirkiyeyê ger ku fêm bike berxwedana li Îmraliyê di rastiyê de ne tenê ji bo azadiya Kurd, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê ye jî dê esas bigire. Pîvana demokratîkbûna Tirkiyeyê li dijî pergala Îmraliyê derketine. Ev hem ji aliyê hiqûqî, hem îdeolojîk û hem jî ji aliyê siyasî ve rast e. Parêzer jî ji aliyê hiqûqî ve vê yekê dibêjin. Tenê Merdan Yanardag got. ‘Ger wan kesek mîna wî bidîta, ew ê tavilê rabûna.’ Lewma ev zîhniyet û siyaseta faşîst, mêtinger, dîktatoriya qirker a ku hewl dide pergala Îmraliyê zindî bihêle û ji pirsgirêka Kurd xwe xwedî dike, wê di rojekê de ji holê rabibe. Ji bo pêşî li vê yekê bigirin, her roj Rêbertiyê mîna hêmaneke xerab nîşan didin. Her tiştê girêdayî Rêbertiyê qedexe dikin. Di demên dawî de di vî alî de tiştekî bi navê tecrîdê pêş dixin. Ji bo ku rastî neyê dîtin, Rêbertî rast neyê fêmkirin, rol û wateya berxwedana Îmraliyê di warê demokrasiya Tirkiyeyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê de neyê dîtin vê yekê dikin. Ji ber vê yekê ji bo civaka Tirkiyeyê, ciwan, jin, sosyalîstên çep ên şoreşger û rewşenbîr li ber vê bîrewerî û siyasetê ranabin, gelek dikevin hewilê. Di perwerdehiyê de zilmê dikin û mêjî dişon. Ew pergala perwerdehiyê tev li ser esasê şûştina mêjî ye. Welatparêz û çepgir çima zarokên xwe dişînin wir? Mirov matmayî dimîne. Êrîşa çandî di asta herî pêş de ye. Qirkirineke civakî heye. Qirkirina zihniyet û wijdan heye. Civakeke wiha her tim nava qirkirinê de ye. Vê yekê bi hunerê dikin, bi wêjeyê dikin. Di vî warî de medya û weşanên çapemeniyê di asta herî pêşketî de bi kar tînin. Bi awayê herî xirab.
Ji bo ku civaka Tirkiyeyê nekare rastiya Rêbertî û berxwedana Îmraliyê fêm bike û lê bibe xwedî vê dikin. Pir bi zanebûn hatiye plankirin. Divê her kes vê bibîne. Tiştên di vî alî de jî bi pêş dikevin hene. Em hêvî dikin. Ev rewş wê di vê têkoşîna sala 26’an de zêdetir were fêmkirin. Sala 26’an a têkoşîna li dijî komploya navneteweyî, wê bibe sala têkoşîna herî mezin a ji bo tunekirina pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê û misogerkirina azadiya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Serkeftin ji bo têkoşîna ji wê boneyê tê kirin.
Min bang li her kesî ye ku bi erka xwe rabibe û bi hemû hêza beşdarî vê têkoşînê bibe.