HPG: Li Zapê 29, li Xakurkê 2 dagirker hatin cezakirin

Artêşa Tirk a dagirker li gel êrişên bi bombeyên taktîk nukleer, gazên kîmyewî derbên giran ji gerîla dixwe. Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zapê 29, li Xakurkê jî 2 dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Artêşa Tirk a dagirker ji bo êrişa xwe ya dagirkeriyê ya li ser Zapê bi ser bixîne, di nava sê salan de êrîşên giran dike. Dike nake nikare bi ser bikeve. Tevî ku Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bejahî û hewayî ve timî bombe kir, teknîka şer a li ber destê xwe bi temamî bi kar tîne, bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer sûcên şer dike jî nikare encamê bi dest bixe. Li hemberî vê yekê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ruhê fedaî yê Apoyî berxwedaneke destanî dikin, rê û rêbazên şerê serketinê yê gerîlatiya modernîteya demokratîk dixin meriyetê. Rêbaza şerê tîm ê pisporbûyî ku xwe dispêre tunelên şer û qadê, her cûre êrîşên artêşa dagirker pûç dike, di heman demê de nîşan dide ku dikare derbên mezin lê bixe.

Artêşa Tirk a dagirker ku li Zapê xitimî û tengav bûye, tevî ku gelek teknîk û taktîk ceriband jî nekarî encamê bi dest bixe. Gelek hewldanên êrîşê bi çalakiyên xurt hatin şikandin. Artêşa dagirker herî dawî hêzên xwe yên dagirker xiste dewrê û şeva 12'ê Cotmehê hewl da bê ser tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Ji sê baskan ve derbên xurt li artêşa dagirker hate xistin. Li vê derê 29 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa dagirker a ku derba giran xwar, mîna her carê windahiyên xwe eşkere nekir û tenê li mirina leşkerekî xwe yê payebilind mikur hat.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

Şeva 12'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagirker ji bo xwe bigihînin tunelên şer ji sê baskan ve ketin nava liv û tevgerê. Tîmên me yên bi tevger ên li qadê û tunelan, dagirker xistin bin kontrola xwe û baskê yekemîn saet di 21:30'î de bi çekên ferdî û rêbaza sûîqestê derbên xurt lê xistin. Li vê derê 11 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkerên ku bi du baskên ji 9 û 7 dagirkeran bi pêş ve diçûn, saet di 21:40'î de bûn hedefa taktîka êrîşê ya gerîla. Bi çekên ferdî û bombeyên destan ji nêz ve li herdu baskên dagirkeran hate xistin û bi temamî hate tasfiyekirin, 16 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku piştre ketin nava liv û tevgerê bûn hedefa taktîka sûîqestê û 2 dagirkerên din hatin cezakirin.

Artêşa dagirker ku li vê derê 29 kuştî da û derbeke giran xwar, bi helîkopterên êrîşê qad bênavber bombe kir û kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê bir.

Li herêma Xakurkê;

9'ê Cotmehê dagirkerên li navbera Girê Şehîd Axîn û Girê Şehîd Şahan, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kontrolkirin. Piştre jî bi sabotajê li van dagirkeran hate xistin. Di encamê de jî 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û droneyên bombebarkirî;

11 û 12'ê Cotmehê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 2 caran jî bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

12'ê cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer ên li Girê Cûdî û Girê Amediyê 6 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

12'ê Cotmehê herêma Zapê carekê, Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê, herêma Xakurkê 2 caran bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12'ê Cotmehê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Herêma Metîna û Herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Metîna hatin bombekirin."