Esed Ezemî: Divê em ji bo azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî dengê xwe bilind bikin

Çalakvanê siyasî Esed Ezemî diyar dike ku divê gel xwedî li girtiyên siyasî, bi taybetî jî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve û ji bo azadiya wan dengê xwe bilind bike.

Esed Ezemî di peyameke xwe de amaje dide komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ebdulah Ocalan û balê dikişîne ser tecrîda mutleq a li ser wî û dibêje: “Ev tevgera dewleta Tirk li dijî mafên mirovan e û hetta li dijî qanûnên wê ye jî.”

Ezemî dibêje, “Divê em Kurd xwedî li girtiyên xwe yên siyasî derkevin ku di zîndanên hikûmetên faşîst ên dewleta Tirk û Îranê de ne. Divê em reftarên van hikûmetan ên li dijî zarokên me yên şoreşger şermezar bikin.”

Deqa peyama Esed Ezemî wiha ye:

"Ez jî dengê xwe tev li dengê her mirovekî azadîxwaz dikim ku li dijî hikûmetên faşîst li Tirkiyeyê tê dikoşin û daxwaza azadiya birêz Ocalan dikin. Birêz Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin. Ev komplo ji hêla CIA, MOSSAD û MÎT’ê ve bi hevkariya hin welatên Ewrûpayê bi taybetî jî bi hevkariya Yûnanistanê hate cîbicîkirin. Balyozxaneya Yûnanistanê ya li Kenyayê bi hinceta ku Ewrûpayê rêyek ji bo parastina birêz Ocalan dîtiye, birêz Ocalan bo balafirgeha Nayrobiyê bi rê dike, lê belê di rê de çeteyên ser bi rêxistinên sîxuriyê Ocalan direvînin û radestî MÎT’a Tirk dikin. Ji wê rojê ve birêz Ocalan dikeve ber mezintirîn îşkenceyên bedenî û derûnî û di dadgeha leşkerî de tê dadgehkirin. Di dadgehê de mafê xwe tune bû ku dosyeya xwe bibîne, sûdê ji parêzerên serbixwe wergire. Birêz Ocalan di dadgeheke bêdad a leşkerî de destpêkê cezayê îdamê û paşê jî cezaya hetahetayî lê tê birîn. Niha 24 sala e di zîndaneke takekesî de li Girava Îmraliyê tê ragirtin û demeke dirêj e têkiliyên wî li gel derve û malbat û parêzeran hatiye qutkirin. Ev tevgera dewleta Tirk li dijî mafên mirovan e, hetta li dijî qanûnên wê bi xwe ye. Di sala 2005an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê û dewletên Ewrûpayê ragihand ku prosesa dadgehkirinê li dijî mafê mirovan bûye û daxwaz ji hikûmeta Tirk kirin ku pêdeçûnê di prosesa dadgehkirinê de bike. Lê belê hikûmeta Tirk ew daxwaza wek destwerdana li kar û barên xwe yê navxweyî qebûl kir û girîngî neda bîr û raya navneteweyî. Divê em gelê Kurd kampanyayeke mezin ji bo vê zilmê li dar bixin. Em Kurd divê xwedî li girtiyên xwe yên siyasî derkevin. Wan nekariye gelê Kurd ji rênîşanî û şîretên birêz Ocalan bêpar bihêlin. Teoriya civaka azad û demokratîk a gelan ji bo derbasbûna gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn ji wê berbesta neolîberalîzmê çarerêyek e; wek alternatîvekê bi awayekî cidî bala azadîxwazan kişandiye. Civaka dadperwer, piranîparêziya siyasî, pêkvejiyana aştiyane ya gelan sê stûnên vê alternatîvê ne. Teoriya jineolojiyê ku mêrsalariyê dixe ber rexneyeke dîrokî, bi dirûşma jin, jiyan azadiyê kariye ne tenê Îran û Tirkiyeyê bihejîne, her wiha bala hemû azadîxwazên cîhanê jî kişandiye. Lewma em Kurd divê li hember vê zilm û zordariya li girtiyên siyasî bi tundî dengê xwe bilind bikin û ji bo azadiya birêz Ocalan û her wiha ji bo azadiya hezaran girtiyên siyasî yên Kurd ên li Tirkiye û Îranê tê bikoşin."