Rûken Ehmed: Şoreşa Rojava berhema Abdullah Ocalan e

Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed ragihand ku Rêberê Gelê Kurd bi karê xwe yê 20 salan civaka Rojava kir gelekî zane, rêxistinbûyî ku xwedî li nasname, ziman û xaka xwe derdikeve.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed di salvegera Komploya Navneteweyî de ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser xebatên Ocalan ên li Rojava, guhertin û veguhertinên civakî, çandî, siyasî û rola wî ya di Şoreşa Rojava de.

Rûken Ehmed xebata nêzî 20 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê bi bîr xist û wiha got: “Rejîma Baas, bi bikaranîna qedexeya domdar, rewşa awarte û şer re sîstemeke ku gelên li xaka Sûriyeyê dijîn bê îrade dike, ava kiribû. Li Sûriyeyê partiyeke ku nûnertiya gel bike, sîstemeke ku rêxistinên sivîl ava bike û ji civakê re misyon bide tune bû. Rêber Apo di sala 1979’an de hat Sûriyeyê û derfeta perwerdekirin û rêxistinkirina civakê bi dest xist. Li Sûriyeyê gelê Kurd her tim di pozîsyona ihtiyad de bû. Rêber Apo çerx serûbin kir. Bi rastî jî bi perwerdekirin û birêxistinkirina gel re amadekariya şoreşê kir. Ji ber vê Rêber Apo digot ‘ya girîng ne pirbûn an jî kêmbûna hejmarê ye, hejmara heyî rêxistinkirine.’”

HIŞT KU BIGIHÊJIN HIŞMENDIYA DÎROKÎ

Rûken Ehmed, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd ne tenê kadroyên Tevgera Azadiya Kurd, di heman demê de civak jî perwerde kiriye û got, “Ji bo her mirovek erkek hat dayîn. Ger civakek nizanibe çi bike, nizanibe çawa bijî, bê guman hûn bixwazin nexwazin dikevin xizmeta desthilatdariyê. Dema ku Rêber Apo ji bo civakê ji pençên desthilatdariyê rizgar bike jiyaneke rêxistinkirî ava kir, civakeke hişmend a ku nasname, ziman û hebûna xwe diparêze afirand."

JIYANA LI SER BINGEHA PÊŞENGIYA JINÊ

Rûken Ehmed, bal kişand ser wê yekê ku stûna girîng a xebatên birêxistinkirinê jin e, rolek û mîsyoneke mezin dide jinan û wiha berdewam kir: “Di avabûna hişmendiya welatparêziyê ya li Rojavayê Kurdistanê, rêxistinbûyîna civaka heyî û di veguherandina malan ji bo qadên perwerde û rêxistinbûyînê de jin xwedî pareke mezin e. Rêber Apo kir ku jin di malên xwe de bi îrade bibin. Bi rastî, Rêber Apo bi vî awayî kir ku endamên her malbatê bibin xwedî îrade. Erkên endamên malbatê çi ne, erka zarok, jin, mêr li malê çi ye, divê çawa bijîn, bi rêya jinan ji malbatan re hat ragihandin. Ew di çarçoveya çawaniya sazkirina şoreşê de bi rêvebirina malbatê de organîze kir. Pirsên Rêber Apo yên civakeke demokratîk çawa, civakeke wekhev ava bikin, jiyana hevpar a azad çawa ava bikin, rola ferd di civakê de çi ye, mirov çawa azad bibe? Şêwaz û tempoyek, pergalek perwerde û rêxistinî ku bersiva pirsên wî dide ava kir.”

BÊNASNAMEBÛYÎN, BÊWARÎ Û BÊZIMANIYÊ NÎŞAN DA

Rûken Ehmed, diyar kir ku di serdema rejîmê de çanda 'dewlet çi bêje bila ew bibe' serdest bû; bi bîr xist ku ji pergala perwerdehiyê bigire heta çandinî, çand û hunerê û her aliyê jiyanê di destê dewletê de bû û gel li pey vê sîstemê dimeşiya û wiha domand: “Civakek ku pêdiviyên dewletê bi cih bîne, dengê xwe dernexe û vîna wê hatî desteserkirin hebû. Ger em li parçeyên din ên Kurdistanê jî binerin, mirov dikare bibêje ku li hemberî sîstema dewletê ya heyî bertek heye. Siyaseta ku ji aliyê rejîmê ve dihat meşandin siyastek zirav bû û ji ber vê gelek caran civak rastiyê wê nedidît. Rêber Apo bi analîzên xwe û polîtîkaya ku di vî warî de meşandiye nîşan da ku gel bê nasname, bê deng û bêwar hatiye hiştin. Bi çanda ku afirand, bi siyaseta xwe, bi qadên jiyana civakî ku vekir û bi pergala perwerde-rêxistinê re gel pergala dewletê ya heyî fêm kir û hişt ku hişmendî li şûna bêdengiyê pêş bikeve. 70 hezar kes bê nasname bûn. Rêber Apo kir ku gel heqê xwe bi dest bixe. 20 salan xebitî û pergala BAAS a ku guh neda Kurdan û milken wan desteser dike, eşkere kir. Rêber Apo cîhê jiyanê pêşkêşî gel kir."

JI BO ŞOREŞA ROJAVA CIVAKEKE RÊXISTINBÛYÎ AMADE KIR

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed, da zanîn ku Şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an de pêk hat bi saya keda Ocalan heta roja îro hat û wiha got, “Xeta Rêber Apo û civaka ku bi vê xetê perwerde kir, şoreş pêş xist. Di nava şoreşê de şoreşek hat afirandin. Rêxistinên leşkerî, siyasî, dîplomasî, jin, ciwan û hwd. bi şoreşê re hatin birêxistinkirin. Rêber Apo ti carî li dijî xeta rejîmê têkoşîneke hişk ne meşandiye, lê rejîma ku li ser bingeha înkara civakê hatiye avakirin jî qebûl nekir. Xeta me rêya 3’yemîn e. Şoreşa Rojava jî li ser vê bingehê pêk hat. Rêya 3’yemîn avakirina jiyana bi hev re ya gelan, afirandina pergala xweparastinê û sîstema xwerêveberiyê ye. Rêber Apo civaka Rojava perwerde kir û bi rêxistin kir û alikariya wê kir ku bigihêje vê astê. Eger Rêber Apo di dema xwe ya li Rojava de rasterast bi gel re nebûna, mirovekî wisa rêxistinkirî, hişmend ku nasname, ziman û axa xwe diparêze, nedibû. Eger gelê Rojava di fermana 74'an ji bo gelê Şengalê seferberî îlan kir, sedema wê ew e ku Rêber Apo hişmendiya yekîtiya neteweyî û welatparêziyê afirandiye. Rakirina hêzeke civakî ya rêxistinbûyî, yekser bi girêdana ku Rêber Apo bi gelan re datîne ve girêdayî ye."

BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ RE AZADIYA FÎZÎKÎ

Rûken Ehmed da xuyakirin ku tevî polîtîkayên komkujî, qirkirin, tundî û mêtingeriyê jî gel li hemberî siyaseta îmha û tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê deng namîne û destnîşan kir ku divê ji bo vala derxistina komployê û misogerkirina azadiya fizîkî pêwîstî bi têkoşînek mezin heye û got, “Siyaseta li hemberî gel tê meşandin gelekî xeternak e. Ji ber vê yekê divê têkoşîn hîn mezintir bibe. Asta têkoşînê wê çawa bilind bibe? Di pêşengiya Neteweya Demokratîk û gelê Kurd de bi avakirina yekitiya neteweyî re pêkan e. Ev yek wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike û derdora şer û kaosê bi dawî bike. Temînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne tenê azadiya gelê Kurd, azadiya gelên cîhanê ye. Di vê çarçoveyê de divê gel li hemberî îmha û tecrîdê bêdeng nemîne.”