Dilketiyên azadiyê: Avrîn, Koçerîn, Axîn, Roza

Bi baweriya ‘Jiyana li ser vê axa qedîm divê bi serbestî be’ kesek jî tê bikoşe wê hêvî her hebe. Ew ji yê Aqilmend hînê vê rastiyê bûbûn.

‘’Carinan nîvê şevê, carinan jî berdestê sibehê, carinan piştî bahozê ku radibe, carinan bi hêviyên mezin ên biharê meşa gerîla dest pê bûbû. Navê wê meşa azadî û evînê bû.’’ Rêwîtiya watedar a Koçerîn, Axîn û Rozayan bi vî awayî dest pê bû. 

‘’Wê ev rê me bibe şerên herî dijwar û qadên şer ên bi hêzaran çîrokên xwe yên berxwedanê hene. Û em îleh dibêjin jiyan û bi bazdan digihîjin dergehên berxwedanê 

BÛN ŞIRÎKÊN RAZ Û SIRA ÇIYAYAN  

Her yek çîrokeke xwe ya cuda hebû ku wek dûmahîka hev bû. Tev ji bo hêviya siberojê derketibûn serê çiyayan. Bi her çûyîna berdestê sibehê rengê asîmanan guherîbû. Xewnerojên wan asîmanên sorgevez bi azadiyê xemilandibû. Şevên sayî, di roniyê de evîn dabû ber dilê xwe û ber bi şevên bi stran ên çiyayan bi rê ketibûn. Her rêwîtî destpêkeke nû bû, cihê çûyînê rêwîtiya ber bi hêviyê ve bû. Tariyê yan bombeyên ji asîmanan dibariyan wê ew rawestandana? Kî dikaribû rawestanda lêgerîna wan a ji bo jiyana azad ku di nav agir de mezin dibû? Tarî li pey wan mabû û wan ronî dabû li çar aliyên çiyayan, çi cihê pê lê bikira, hêvî jî bi xwe re biribû. Ew hevrêyên Sara û Kemalan, gerîlayên çiyayî yên bi kenê zarokan bûn. Tevahiya demsalan, sitêrikên biharê yên dil berdabûn evînê. Wan evîna xwe ya mezin li asîmanên şîn nivîsî. Bi evîn, bêyî ku bêzar bibin, biwestin, bi şev û roj li çar aliyên çiyayan bi pey rastiyê ketin. Li dergeha jîna mezin, qurt ji ava jînê vexwar, şevên heyveronî azadî anî ber çavên xwe. Lê çi zor e şewitîna di nav agirê evînê de, bi şewitînê re zêdebûna baweriyê bi mirov re ta gihîştina raz û sira jînê ku jê bawer e. Li ser axeke bûye çolistan mîna şînkirina kulîlkên reng bi reng. Li ser axa agir zîl dida, gerdûn dibû şahida reqsa darên jînê li ber bayê. Welatê min dibû şahidê tovên azadiyê ku jinên kezîdirêj li axê direşand. Ew dûmahîka rêyên bêdestpêk û bêdawî ne. Çi ferman bi ser dil de hatin lê li ber tu bahozê nevirvirî. Ji şerên dijwar derket û cardin şîn bûn hêviyên evîndaran. Va ye bahozeke din radibû û Koçerîn, Axîn, Avrîn û Roza dibûn şahidên raz û sirên çiyayan.  

EW ŞEV ÊŞA VEJÎNEKÊ BÛ  

Em dizanin ku evîndar namirin. Çimkî gihîştine dergehên pir dixwest bigihîjin di ber şer de çi şer kirine. Dibe ku dawiya dawîn ronî dîtibin. Hingê ‘Ey çiyano, ey tarî! Em şagirtên jiyana azad in. Qedandina me? Xeyal in ev. Şoreşgerên bêyî tirs û fikar diçû bi ser zorê de, wiha kiribû qêrîn ‘Di nava agir de em hînê evîn û şerê zorê bûn.’’ Tariya şevê hêj ku rê hebû çaxa çûyînê hatibû. Av pêl bi pêl rabûye pêdarê, dil bûne yek û xwe bi heşkî li hev pêçaye. Ew şev diçûn ber bi bêdawîtiyê ve. Ne bi bêdengî, lê bi qêrîna jiyana bi rûmet ku wan jiyaye...  Dizanî ku yên çûyînê ne û cara dawîn dinihêrt li nava çavên hev û din. Şeva heyveronî rêwîtiya berpêyî bêdawîtiyê bû ev. Ew kêlî, şev dibû parçeyek ji êgir. Deryaya roniyê li her derê. Gava ‘pêkanîna ya zor’ hatibû. Dem ji cihê mabû divê dewam bikira. Bahozeke ji ser dilê şevê rabûyî, li erd û asîman kiribû axîn.  Erd û asîman bûbû şahidên vê qêrînê. Stêrk, çiya an cîhan? Na, na, gerdûn li ber bagerên piştî şerê mezin li ber xwe nade. Ev na ya dawîn bû. Ya rast ev êşa vejînekê bû ku li erd û asîman dikir axîn.

Destpêka efsaneyên nehênî wiha bû: ‘’Hêj dawî li yekê nedihat yeke/ê din dida pey, dewam dikir.  

BÊYÎ TIRS MEŞIYAN  

Şev tarî û heyveronî… Li ber ronahiya diçe, bar dike û mîna xwedawendan.  

Li ber keziyên dirêj ên Koçerînê, heyv û stêrikên li dorê şerm dikin. Ev rastiyeke mîna pakiya Leylayê ye ku Mecnûn bi çolan xistiye.  

Axîn mîna axa qedîm berxwedêr e. Di rêya evînê de ku emrê xwe da, bi qasê stêrikekê germ û wek asîmanan bêdawî ye.  

Mîna axa pîroz a Efrînê ku bêhna berxwedanê jê tê, têk naçe. Çi şer dîtin û bêzar nebû ev dil. Mîna berxwedêriya axa li ser mezin bûye, her heye.  

Roza li ser dilê dîroka mişt serhildan û şert û merc çi bin jî karî ya zor pêk bîne, şoreşgereke xas a bi vîn e.  

Menzîla evîndaran dergeha evînên wiha mezin e. Şervan û şagirtên rastîn ên evînê yên niha û her demê. Di vê rêyê de hînê şer û şerkirinê bûn bêyî bêzarî. Piştî pêkanîna ya zor bi kelecaneke zêde meşiyan ber bi nava êgir ve. Peyrewên evînê ku her yekê bi xweşikahiya şer tarî ji parçe kiriye, bi qêrîna Dîcle û Feratê şer mezintir kiriye. Berê wan li rojê ye da ku bigihîjin armanca xwe, her berdestê sibehê dertên lûtkeyan û ji bo yên ji dest dane diqîrin. Bi vî awayî ji lûtkeyên çiyayan, ber bi newalên kûr ve, ji ser dilê asîmanan ta bi kûrahiya axê dibe dîroka berxwedanê ku dawî lê nayê. 

Dengekê efsûnî ji çiyayan bilind dibe, dibe hêviya şervanan ku dilê wan bi agirê şer tije ye. Ev şerek e ku dawî lê nayê. Çawa ku çiyayan serî li ber bombeyên zaliman xwar nekiriye, dema herî zor a şer jî serê xwe xwar nekiriye û li hev bûne xwedî, gul ku li ber bageran li kendalan şîn bûbin, rêwiyên rêyên dirêj ji eksa hemû bahozan yekcar wêrek bûne. 

Axîn, Roza, Koçerîn û Avrîn, bêyî tirs meşiyan. Ev bes bû ku bibin xewnereşka zaliman…  Niha her şev gerîlayek heviyên jinên awir heyveron ji kûrahiya axê berdane, berhev dike. Ev ne cara yekê ye û wê ne ya dawîn be. Hêvî, heta keseke/ê bi baweriya ‘’Li ser vê erdnîgarî û axa divê jiyan bi serbestî be’’, tê bikoşe hebe, wê neqede. Ew ji yê Aqilmend hînê vê rastiyê bûbûn. Lewma kişandina êşa her veqetînê, di heman demê de mirov bizane gelek can hene ku bi pey hêviyên mezin dikevin û bijî, bi hêr êşê ev ax û mirov yekcar xurt dibin.