Li Mûşê ji ber daxuyaniya li dijî dagirkeriyê 9 kes hatin binçavkirin

Li Mûşê ji ber daxuyaniya li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 9 kes hatin binçavkirin.

Li Mûşê bi pêşengiya Meclisa Ciwanên û Partiya Çepên Kesk a Mûşê ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qada Kobanê daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsên Tirk ên ku ji ber qedexeya walîtiyê destûr nedan daxuyaniya çapemeniyê, girse asteng kirin. Piştî êrîşa polîsan 9 kes hatin binçavkirin.

Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Hevserokê DBP’ê yê Mûşê Selamettîn Yilmaz, Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Bermal Nergiz, endamê Desteya Rêveber a Çepên Kesk Îbrahîm Boz, endamên Meclîsa HDP’ê ya Mûşê Çîçek Tûtûş, Omer Koç û Ûmît Gokturk, endamê Meclîsa Ciwanan Maruf Çelîkel, Serhat Dûrsûn û kesekî navê wî nayê zanîn.”