Dewleta Tirk careke din êrîş bir ser gorên Kurdan

Li herêma Besta ya Şirnexê, artêşa Tirk êrîş bir ser goristana 'Ş. Rojhat Belûzerî) û kevirên nêzî 60 goran parçe kir.

Dewleta Tirk bi dehan sal in li hemberî gorên Kurdan şerekî bi rêk û pêk dike. Di dema desthilatdariya AKP-MHP'ê de êrîş gelekî zêde bûn.

Leşkerên li herêma Bestayê derketin operasyonê, Goristana Şehîd Rojhat Belûzerî ya li gundê Xirbê Bestê ku 60 gor tê de hene xera kirin û kêlên wan şikandin. Di dîmenan de xuya dike ku tu gor nemane û tevek hatine xerakirin.

Ji aliyê şêniyên herêmê ve hat ragihandin ku beriya niha ji aliyê leşkeran ve di goristanê de dînamît hatine teqandin. Ji ber herêma ku goristan lê ye qedexe ye, malbat bi salan e nikarin biçin gorên zarokên xwe ziyaret bikin.

Her wiha li herêma ku goristan lê hatiye texrîbkirin bi salan e ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn.