Li Silêmanî êrîşa çekdarî: Êrîşkarê endamê MÎT'ê hat kuştin- HAT NÛKIRIN

Li bajarokê Sengeserê ji aliyê Sînan Demîryurek ve ku tê gotin endamê MÎT’ê ye, êrîşeke çekdarî li kesekî ji Başûrê Kurdistanê hat kirin. Welatiyê Başûrê Kurdistanê ku di encama êrîşê de birîndar bû, bersiv da êrîşkar û ew kuşt.

Li bajarokê Sengeserê yê navçeya Pişder a Rêveberiya Raperînê, kesê bi navê Sînan Demîryurek ku tê gotin endamê MÎT’ê ye, bi motosîkletekê êrişa bi çek bir ser welatiyekî ji Başûrê Kurdistanê.

Endamê MÎT’ê Demîryurek bi çekê gule li kesekî ji Başûrê Kurdistanê ku navê wî nehat zanîn, reşand. Kesê ku bi giranî birîndar bû, bi çeka li ser xwe bersiv da êrîşkar û ew kuşt.

Welatiyê ji Başûr ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Li gorî nasname û belgeyên ku ketine destê Rojnews’ê, êrîşkar ji bajarê Tokatê yê Tirkiyeyê ye û demeke li bajarê Silêmaniyê dijî.