Xelkê Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk protesto kir

Xelkê Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kir.

Danê siharê siharê di saet 9:25’an de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşek ji aliyê balefirên bê mirov û bi çek a dewleta Tirk ve pêkhat û di encamê de jinek birîndar bû.

Bi kombûna gel ya li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina êrîşa ku siharê çêbûyî, daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a wargehê Yusuf Kara ve hat dayîn.

Yusuf Kara behsa êrîşên dewleta dagirker kir û got: “Dewleta faşîst û qirker ku nesîbê xwe ji mirovahiyê nagire, di nava hefteyekê de du caran êrîşî wargeha Şehîd Rustem Cûdî kir. Êrîşên ku pêkhatîn yek li Mizgefta semta 2 û ya din jî li mala Rojhat Salih pêk hatiye. Di encama van êrîşên namerdane û bê exlaq de, dayîkek bi temen bi sivikî birîndar bû. Di êrîşa ku li ser Mizgeftê jî pêkhatî 3 kes bi sivîkî birîndar bibûn. Em ji dost û dijminên xwe re vê dibêjin ku dewleta faşîst wekî gurê har lê hatiye, êdî ti sînoran nas nake. Ji ber wê wargehek penaber ev 30 salin di Iraqê de ji sedê heftiyê (70) wê zarok, jin, kal û ciwan têde jiyan dikin. Zilma ku li Kurdistanê tê meşandin ne ji rêzê ye, ji ber wê em bang li raya giştî ya Kurdistanê, raya giştî ya Iraq û Navneteweyî dikin ku ev êrîşên dewleta Tirk li ser gelên Kurdisanê dikin em jêre bêjin êdî bese.”

Yusuf Kara di nava axaftinên xwe de êrîşên Îsraîlê jî bi bîrxist û wiha pêde çû: “Her roj derdikeve ser televziyonê û dibêjin Îsraîl komkujiyan pêk tîne û zarokan dikuje. Lê dewleta faşîst û qirket bixwe van kiryaran pêk tîne. Em dibînin dewletên navneteweyî, dewletên cîran û dewleta ku em di nav de jiyan dikin bang li Îsraîlê dike û dibêje tû komkojiyan pêk tînî, lê dewleta Iraqê ku em mêhvanên wî ne, di nava hefteyekê de du êrîşên namerdane li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî pêkhat, lê heta niha jî ti dengek ji rayedarên hikumeta Iraqê derneketiye, ev cihê xemgînî û gumanê ye.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ,’Bimire Xiyanet’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ bi dawî bû.