Dewleta Tirk bombe li wargeha Mexmûrê barand: Jinek birîndar bû
Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk bombe li wargeha Mexmûrê barand. Xelkê wargehê li cihê êrişê kom bû. Li gorî agahiyên destpêkê, jinek birîndar bû.
Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk bombe li wargeha Mexmûrê barand. Xelkê wargehê li cihê êrişê kom bû. Li gorî agahiyên destpêkê, jinek birîndar bû.
Serê sibehê saet di 09:25'an de balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk bombe li malek li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) barand.
Li gorî agahiyan di encama êrişê de jinek bi navê Eyşê Mihemed Ehmed (50) birîndar bûye.
Xelkê wargehê li ber derê nexweşxaneyê rawestiyaye. Di van kêliyan de şandeyek lêkolînê ya rayedarên Iraqê li cihê bûyerê ne.