Li Sêrtê 5 kes hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de, 5 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de, di 19'ê Cotmehê de polîs û leşkeran li navenda Hezex a Şirnexê û gundê Delavaqesrê avêtin ser gelek malan û gelek kes binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin hatin girtin.

Endamê Meclîs agiştî ya Bajêr a HDP'ê Adnan Bel û Hekîm Kaş, Ahmet Boya, Emîn Soyal û Yasîn Acar piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Sêrtê sewqî Edliyeya Sêrtê hatin kirin.

Dozgeriyê piştî îfadeyê her pênc kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin. Dadgeriyê her 5 kes bi îdiaya "alîkariyê" û "propagandaya rêxistinê" girtin.