Dewleta Tirk li Başûrê Kurditanê baregehên nû ava dike

Hate zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê bareghên nû ava dike.

Dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a xaka Kurdistanê bi her awayî bê navber berdewame. Li gel êrîş û bombebaranên ku rojane bê navber li ser xaka Başûrê Kurdistanê dibarîne, li aliyê din bi avakirina baregehên nû xwe di nava Herêma Kurdistanê de xwecih dike.

Li gorî nûçeya RojNewsê, di nava du rojên borî de artêşa Tirk a dagirker li herêmên Gelî, Amêdiyê û çiyayên Hekarî û Çarçela hinek baregehên nû çêkiriye û bi vê yekê xwe nêzîkî Hermên Parastinê yên Medyayê û herêmên berxwedanê yên gerîla kiriye. Her wiha li herêmê hêzên PDK’ê jî mil milê leşkerên Tirk tevdigerin.