Serdegirtina avahiya HDP'ê hate protestokirin: Hûn nikarin me bitirsînin

Serdegirtina polîsan a li hemberî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê hat protestokirin û peyama "Hûn nikarin me bitirsînin" hate dayîn.

Polîsan îro di danê sibehê de li navçeya Cizîr a Şirnexê bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û malan de girtin. Di serdegirtinan de endamê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Umut Hakkolu hate binçavkirin. Her wiha di serdegirtina avahiya partiyê de pirtûk, komputer û wêneyê Mazlûm Dogan hatin desteserkirin. Têkildarî serdegirtina avahiya HDP’ê li ber avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn. Parlamenterên HEDEP’ê yên Şirnexê Newroz Uysal Arslan û Mehmet Zekî Îrmez, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên DBP û HEDEP’ê jî amade bûn.
Daxuyaniya ku dihat xwestin li ber avahiyê bê dayîn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Li hemberî astengiyê endamên partiyê bi çepikan çûn ber derî. Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdullah Gungen di daxuyaniyê de axivî. Gungen, diyar kir ku her sal bi awayeke keyfî bi ser avahiya partiya wan a navçeyê de tê girtin û wiha got: “Ev bû sê care ku bi ser avahiya partiya me de digirin. Di van serdegirtinan de li avahiya me û li ser hevrêyên me lêgerîn tê kirin. Îro di danê sibehê de jî heman tişt kirin. Em vê nêzikatiyê şermezar dikin. Çiqas êrîşî me bikin jî em ê serî netewînin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê di daxwaza azadî û wekheviyê de paşve gav neavêjin. Banga me ji bo gelê me ew e ku xwedî li partiya xwe derkevin.” 
Parlamenter Newroz Uysal Aslan jî bertek nîşanî serdegirtina avahiya HDP’ê da û wiha got: “Vê sibehê êrîşî avahiya me kirin. Di vê serdegirtinê de agahî nedane ti endam û rêveberên me û beyî agahiya wan di avahî de lêgerîn kirine. Desthilatdariya AKP’ê îro bi vî awayî dest bi xebatên hilbijartinê kiriye. Hevrêyên me digirin binçavan. Lê em dibêjin ku gelê Cizîrê li dijî komkujiya we û li dijî zilma we serî netewandiye û dê netewîne jî. Weke kesên ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin me ti carî serî netewand û dê netewînin. Dê têkoşîna me bidome.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.