Agahî ji karkerên Mexmûrî yên ji aliyê PDK’ê ve hatibûn binçavkirin nayê girtin

Karkerên Wargeha Penaberan a Mexmûrê di 17’ê Cotmehê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, agahî ji wan nayê girtin.

17’ê Cotmehê li gundê Kanî Kendî yê ser bi navçeya Koye ya Hewlêrê, wesayîta malbatek ji wargeha penaberan a Mexmûrê, ji aliyê balafirek bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebarankirin û ciwanê bi navê Dilovan Îşlek şehîd bibû.

5 karkerên ji Wargeha Mexmûrê ku xwestin di heman rojê de ji Bexdayê biçin pêşiya karwanê cenazeyê Dilovan Îşlek, li nuqteya kontrolê ya Bîrebas a PDK’ê ya Hewlêrê hatin binçavkirin û ew birin Asayişa Hewlêrê.

Ji vê rojê ve tu agahî 5 karkerên bi navê Zagros Atalay, Mihemed Nûrî Avci, Mihemed Şirîn Avci, Ehmed Baytaş û Bêwar Baytaş nayê girtin.

Malbatên kakeran ji bo agahiyê wan bigirin çûn nuqteya kontrolê ya Bîrebasê û aqûbeta zarokên xwe ji hêzên PDK’ê pirsîn. Hêzên PDK’ê destpêkê binçavkirina wan qebûl nekirin. Li ser israra malbatan li xwe mikur hatin ku 5 karker ji hêla wan ve hatine binçavkirin û ew birine Asayişa Hewlêrê. Malbat ligel hemû hewldanan jî derbarê rewşa wan de agahî wernegirtin û ji jiyana zarokên xwe bi fikarin.

Berê jî du şêniyên ji Wargeha Mexmûrê ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin û bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabûn.