Şahidê êşkenceya Zindana Amedê Îsa Kizil jiyana xwe ji dest da

Ji şahidên êşkenceya Zindana Amedê ya serdema 12’ê Îlona 1980’î Îsa Kizil jiyana xwe ji dest da.

Îsa Kizil piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î hatibû binçavkirin û girtin û li Zindana Amedê ya Jimara 5’an bûbû şahidê hovîtiya êşkenceyê, di 77 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Gelek nexweşîn li Kizil peyda bûbûn û pêr rewşa wî giran bûbû û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Tevî hemû tedawiyan jî Kizil vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Malbatê û hezkiriyên Kizil cenaze wergirtin û li gundê Gundik ê bi ser navçeya Qosera Mêrdînê ve veşartin. Li gund ji bo Kizil şîn hat dayîn.