Daneyên binpêkirina mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê

Hat ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê 9 kes hatine îdamkirin, 18 kolber birîndar bûne yan hatine qetilkirin, 48 kes hatine binçavkirin, li Serdeşt û Pîranşarê jî 3 jin hatine qetilkirin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê daneyên binpêkirinên mafan ên di meha Îlonê de li Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyaniya Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê wiha ye:

“Di meha Îlonê de 14 kolber di encama gulebarana ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve birîndar bûne û du kolber jî hatine qetilkirin. Her wiha du kolber di encama teqîna mayînan de birîndar bûn.

Di meha Îlonê de li girtîgehên Xoremawa, Hemedan, Kerec, 9 girtiyên Kurd bi tometa ‘kuştina bi zanebûn’ û ‘bazirganiya madeyên hişbir’ hatin darvekirin. Li Serdeşt û Pîranşahê jî 3 jin ji aliyê xizmên wan ve hatine qetilkirin.

Di meha Îlonê de herî kêm 48 hemwelatî û çalakvan bi tometa çalakiyên siyasî û medenî li bajarên Urmiye, Sana, Îlam û Tehranê hatibûn binçavkirin ku beşek ji wan dîl hatibûn girtin û hatin berdan.

Di meha Îlonê de 11 girtî ji aliyê dadgehên rejîma Îranê ve li bajarên Sina, Seqiz, Mihabad, Îlam, Ûrmiye, Meşhed û Kirmaşanê bi cezayên girtîgehê, qamçiyê û îdamê hatin mehkûmkirin.

Her wiha du girtiyên siyasî yên Kurd Nayîb Eskerî û Ebdulezîz Gul Mihemedî li girtîgeha Ûrmiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirine û çalakiya wan ya birçîbûnê berdewam dike.

Girtiyê siyasî yê Kurd yê Girtîgeha Ûrmiyeyê Erselan Xudkam, ku bi sedema bêparkirina xizmetên tendirustiyê bi cezayê heta hetayî hatiye mehkûmkirin, di metirsiya ji destdana yek çavê xwe ye û rewşa tendirustiya wî nebaşe.”