Rojnamevan Kaygûsûz hat girtin

Rojnamevan Selahattîn Kaygûsûz bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.

Bi hinceta îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik, 20’ê Cotmehê li Êlihê bi ser malekê de hat girtin û rojnamevan Selahattîn Kaygûsûz hat binçavkirin. Kaygûsûz 4 roj li Midûriyeta Emniyeta Amedê dîl tê girtin. Piştî kar û barên li Midûriyetê, Kaygûsûz birin edliyeyê.

Piştî kar û barên îfadeyê yên li dozgeriyê, Selahattîn Kaygûsûz bi daxwaza girtinê şandin Dadgeha Sûlh û Cezayê.

Li Dadgeha Sûlh û Cezayê îfadeya Kaygûsûz hat wergirtin û bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.