Ciwanên Ereb tevlî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' bûn
Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê ragihand ku ew tevlî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bûne.
Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê ragihand ku ew tevlî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bûne.
Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb ên Şengalê li ser mijarê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê endama Însiyatîfê Emîra Hemed ve hate dayîn.
Emîra Hemed diyar kir, ku Rêber Ocalan di heman demê de Rêberê gelan e û got: “Rêber Ocalan rêya azadî û demokrasiyê nîşan da û îradeya jiyana azad xurt kir.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di nava şerê etnîkî, olî û mezhebî de Rêber Abdullah Ocalan çanda yekîtiya gel û baweriyan afirand û hate gotin, "Reber ocalan ji bo parastina çand û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn rêya birêxistinkirin û xweparastinê nîşan da.
Emîra Hemed ji hikumeta federal a Iraqê xwest ku Xweseeriya Şengalê nas bike û destnîşan kir ku ji bo vê yekê wê têbikoşin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê bi rengekî çalak tevlî pêngavê bibin û hate gotin, "Yê ku dikare pêşî li siyaseta şer bigire û rêya azadiyê ji gelan re veke Rêber Abdullah Ocalan e. Azadiya Rêber Ocalan wê li Rojhilata Navîn qonaxeke nû bide destpêkirin. Ji ber vê yekê hêzên desthilatdar naxwazin dengê Rêber Ocalan bigihêje gel û tecrîdê giran dikin. Lewma azadiya Rêber Ocalan di serî de weke azadiya gelan tê dîtin."