'Em li ser xeta Bêrîtan dimeşin'

Gerîla Xebat Mêrdîn anî ziman ku weke şopdarên Bêrîtan ew li ser xeta wê dimeşin û got, "Hevrêyên me yên jin ên li çiyayên Kurdistanê têdikoşin bi rengê Bêrîtan şer dikin û derbê li dijmin dixin."

Gerîla Bêrîtan Xakurkê û Xebat Mêrdîn di salvegera 31'emîn a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de axivîn û ji ANF'ê re qala bandora Bêrîtan a li ser gerîlayan kirin.

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Xakurkê anîz iman ku Bêrîtan a ku li dijî xiyanetê çalakî kir, ji bo wan sembola têkoşînê ye.

'BANDOR LI MIN KIR, MIN JÎ NAVÊ WÊ LI XWE KIR'

Xakurkê got, "Em şopdarên hevrê Bêrîtan in. Li ser xeta wê ya berxwedanê dimeşin. Dema ku tevlî nava refên gerîla bûm, min li fîlmê hevala Bêrîtan temaşe kir û hingî bandoreke mezin li min kir. Weke jinekê sekneke ewçend xurt a li dijî xiyanetê, gelekî bandor li min kir. Lewma min navê xwe kir Bêrîtan Xakurkê. Bêrîtanbûyîn an jî lixwekirina navê Bêrîtan hêsan nîne. Ji bo min navekî pîroz e. Ez ê her tim hewl bidim hêjayî vî navî bim. Armanca min ew e ku bibim şagirteke hevrê Bêrîtan û di fikrên wê de kûr bibim."

Xakurkê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser tevahiya Kurdistanê û got, "Dijmin çiqasî êrîş dike bila bike, li hemberî berxwedanê nikare encamê bi dest bixe. Li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê bi berxwedan û têkoşînê bersiva herî mezin ji dagirkeran re tê dayin."

'EM ŞOPDARÊN BÊRÎTAN IN'

Gerîla Xebat Mêrdîn jî anî ziman ku Bêrîtan nedîtibe jî di dîroka PKK'ê û analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de fêhm kiriye û got, "Dema ku tevlî nava refên gerîla bûm, dema ku min wêne, dîmen û rojnivîska hevala Bêrîtan lêkolîn kir bi rastî jî bandoreke mezin li min kir. Weke şexsekî, berxwedan û hêrsa tolhildanê ya hevrê Bêrîtan gelekî bandor li min kir. Hevrê Bêrîtan li ser xeteke rast meşiya û heta dawiyê ev xet parast. Em jî şopdarên şehîd Bêrîtan in û li ser xeta wê dimeşin. Di şerê vê demê de bi ruhê berxwedanê yê Bêrîtan derb li dijmin tê xistin. Hevrêyên me yên jin ên niha li çiyayên Kurdistanê têdikoşin, bi rengê Bêrîtan şer dikin û derbê li dijmin dixin."