Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şoreş Andok li Wanê hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şoreş Andok yê di 21'ê Tîrmeha 2021'ê de li navçeya Panos a Agiriyê şehîd bibû, piştî 2 salan ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şoreş Andok (Kasim Kaya) yê di 21'ê Tîrmeha 2021'ê de li navçeya Panos a Agiriyê şehîd bibû, piştî 2 salan ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Piştî gerîla Şoreş Andok şehîd bû, cenaze li Erzoromê li Goristana Bêkesan hatibû veşartin.

Piştî veşartina cenaze bi 2 mehan malbat ji bo testa DNA'yê xwîn da, lê malbatê salekê agahî wernegirtin. Piştî salek di ser testê re derbas bû, Saziya Tiba Edlî ya Erziromê ji malbatê re got zarfa ji wan re hatiye şandin vekirî bûye û ji ber vê test nehatiye qebûlkirin û doza testeke nû kir. Ji ber vê malbatê di Îlona 2022'yan de car din ji bo testa DNA'yê xwîn da.

Duh na pêr dozger li malbatê geriye û xwest cenazeyê xwe wergire. Piştî vê malbat jî îro cenaze ji Goristana Bêkesan a Erziromê wergirt û bir Wanê. Cenazeyê gerîla Şoreş Andok piştî wecîbeyên olî li Goristana Karşiyakayê ya navçeya Rêya Armûşê ji aliyê ferdên malbatê û xizmên wî ve hat veşartin.