Fermandarê gerîla Diyar Norşîn hate bîranîn

Fermandarê HPG'ê Diyar Norşîn ku 20'ê Cotmeha 2021'ê li Zapê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Kampa Penaberan a Mexmûrê hate bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fermandarê HPG’ê (Feyzî Kaya) bi nasnav Diyar Norşîn yê ku 20’ê Cotmeha 2021’an di êrişa dewleta Tirk ya li herêma Zapê de şehîd bibû, bi nîşandan sînevîzyonek hat bibîranîn.

Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi girtina deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê xwişka şehîd Diyar Norşîn, Bêrîvan Kaya axivî.

Bêrîvan Kaya di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser armanc û daxwazên şehîdên Azadiya Kurdistanê û wiha got: “Li ser şehîdan çend gotin kirin wê ne têrker be, ya tê xwestin pêkanîna xeyalên wane. Em şehîdên xwe di dilê xwe de didin jiyan kirin. Ya ku rêxistina me kirin rêxistinek Kurdawarî, nirxên şehîdên me û hevaltiya wane. Ruxmê ewqas birîndariyên xwe jî hertim dixwest di eniya pêş ya şer de cih bigire. Ya Diyar ji me re hêlayî hilgirtina tola hevalê xwe, azad kirina Rêbertî bû. Bi xwe jî dibêje ‘Jiyanek bê azadî ji bo min jiyanek bê wate ye’ kêliyên ku wî jiyan kirî kêliyên pir bi wate bû û bi qasî temenê xwe azad jiyan kir. Emê wek malbat û gelê wargehê ji heta dawî şopdarê wan bin.”

Her wiha sînevîzyonek ku jiyan û têkoşîna Şehîd Diyar Norşîn vedibêje hat nîşandan.

Bi bilindkirina dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ merasîm bi dawî bû.