Li Şengalê ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakiya konvedanê hat destpêkirin

Bi pêşengiya Meclisa pêkhateyên Ereb ên Şengalê, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ji bo 3 rojan kon hat vedan.

Di çarçoveya pêngava cihanî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi pêşengiya Meclîsa Pêkhateyên Ereb ên Şengalê kon hat vedan.

Çalakiya konvedanê bi beşdariya gelek kes û rûspiyên gundên Ereban li Baxçeyê Mam Zekî ya Geliyê Şilo hat destpêkirin.

Di daxuyaniya li ser navê Meclîsê hat dayîn de banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xweseriya Şengalê hat kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêber Ocalan xizmeta hemû gelên Rojhilata Navîn kir û ji ber vê jî dîl hat girtin. Ji bo pêşiya xizmeta gel bigirin tecrîdeke giran li ser dimeşînin. Weke pêkhateyên Şengalê em piştgiriyê didin pêngava ku ji bo Rêber Ocalan hatiye destpêkirin.”

Hat ragihandin ku çalakiya kon wê sê rojan bi şahî û çalakiyan berdewam bike.